Sûriye êdî bûdceya Kobanî nade tenê dide Efrîn û Cizîrê
Bûdceya giştî ya Sûriyê nirxandin û asta xercî û dahatên salekê ye. Lê hikûmeta sûrî tenê beşekî hindik ji bûdceyê dişîne hin deverên Rojavayê Kurdistanê, da nîşan bide ku hêj navçeyên kurdî di bin kontrola wê de ne.
Ev beşê hindik ji bûdceyê arasteyî herêmên Efrîn û Cizîrê dibe, lê Kobanî li xwe negirtiye. Êdî li gorî aborînasan, pêwîst e Kurd pişta xwe bi dahata Rojavayê Kuridstanê girêbidin û ne çaverêyî alîkariyên hikûmetê bin, ku berhem û dahatên herêmên wan jî, weke genim û petrolê, diguhêze herêmên alîgirên xwe û kurdan jê bê behr dihêle...
Li gorî pisporên aborî, nîşanên şikestina bûdceya giştî ya sala 2015an a Sûriyê diyar in, ji ber ku balans di navbera xercî û dahatan de pêk nayê, bi taybetî ku xerciyeke mezin li şer û çekan dibe. Sala 2010an nirxa dolarekî amerîkî, di derdora 45-46 lîreyên sûrî de bû, lê sala 2015an ev nirx 6-7 qatan bilind bûye…
Bihabûn, gendelî û bêserûberiya xerciyê, li beramber miçiqîna dahatan aliyekî ji şikestina bûdceya Sûriyê diyar dikin. Nezelaliya data û zanyariyan jî rewşa ziyandar a bûdceya giştî ya Sûriyê nîşan dide.
Rudaw
