Serokê parlemana Kurdistanê: Em dê di destûra Kurdistanê de taybetmendiya Kekrûkê li ber çav bigrîn
Serokê Parlemana Kurdistanê Yûsif Mihemed di kevana pêşwazîkirin li Rêbwar Talebanî serokê encumena parêzgeha Kerkûkê bi wekalet, ew daxuyanî da. Serokê encumena parêzgeha Kerkûkê bi wekalet Rêbwar Talebanî, duh sêşembe serdana parlemana Kurdistanê kir û ji aliyê serokê parlemana Kurdistanê ve ahte pêşwazîkirin.
Di evê civînê de sekreterê parlemanê û komîteya navçeyên Kurdistanî yên li derveyê îdareya Herêma Kurdistanê amade bûn.
Di destpêka civînê de Rêbwar Talebanî serokê encumena parêzgeha Kekrûkê abasa taybetmendiya Kerkûkê ji rûyê pêkhateyên neteweyî û cografiyayê kir û daxwaz kir ku parlemana Kurdistanê û encumena parêzgeha Kerkûkê di biryar û karkirina hevbeş de ligel hev hemaheng bin. Rêbwar Talebanî got, ku paş vegera Kerkûkê bo ser Herêma Kurdistanê, netewe û pêkhateyên ciyawaz ên evê parêzgehê, dê ligel Herêma Kurdistanê zêdetir hest bi dilhêsayî û aramiyê bikin.
Yûsif Mihemed seorkê parlemana Kurdistanê jî di evê civînê de basa girîngî û bandora Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyê îdareya Herêma Kurdistanê kir û ragihand, ku ji ber giringiya ewan deveran, Pêşmerge wan cihan diparêze. Yûsif Mihemed tekez kir, ku heger Pêşmerge neba, terorîstan dê bi dehan tawanên xwînawî li hember pêkhate û neteweyên ciyawazên ewan navçeyan encam daba.
Serokê parlemana Kurdistanê herwiha bi pêywsît zanî, ku bordeke hevbeş di navbera fraksiyonên Kurdî yên parlemana Iraqê û palremana Kurdistanê û encumena parêzgeha Kekrûkê de bihê pêkanîn da ku hemahengiyê di navbera wan de bike û lidûvçûnê bo arîşe û giriftan bike.
