Mesrûr Barzanî: Nûçeyên xweş bi Serok re ne
Şêwermendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekê de bo Kurdistan TV behsa naveroka civînên şanda Kurdistanê Li Amerîka dike û welatiyên Herêma Kurdistanê dilrastdike ku Serok Barzanî mizgîniyên serkekeftina mezin bi xwere tîne.
Di heyamê 48 seetan de.
Derbarê Ewlekariya Herêma Kurdistanê Got: “Di serî de ez destxweşiyê li hemî hevalan dikim ku karîbûn di demek gelekî kin de û di maweyê 48 seetan de bêhtirê ew têrorîstên ku teqîniya Enkawa pêkanîbûn destgîr kirin û piştî wê jî berpirsekî mezin jî ji wan kuştin û hûn dizanin jî ku berî demekê jî li Kerkûkê jî têrorîstekî mezin hat kuştin ku destê wî di gelek teqîneyên Kurdistanê de hebû, ev jî wê yekê diyar dike ku hevalên me xwedî şiyanin û kesê ku bixwaze destdirêjî Kurdistanê bike yek car nikare derbasî welat bibe, niha ew hemî hatine girtin, hêviya me bi xweda ku ew kar bibe sedem ku teqîneyên din li Kurdistanê bikar neyên û bera dibîra wan kesên ku dixwazin li Kurdistanê teqîneya bikin ku dawiya wan di dest me de ye”
Ragihandina peyama gelê Kurd
Derbarê naveroka civînên şanda Kurdistanê li gel berpirsên welatê Amerîkayê Mesrûr Barzanî got: “Cenbê Serok di serdana xwe de bo Waşinton û di hevdîtinekê de li gel Serok û Cîgirê Serokê Amerîka de û berpirsên din jî peyama gelê Kurd bi wan ragihand û sipasiya piştevaniya berdewam ya Amerîka kir, bi taybe êrîşên ezmanî û pêdawîstiyên leşkerî ku gihan destê kurdan û alikariya wan bi Hevpeymaniya Navdewletî ku alîkariya Pêşmerge dikin”
Destnîşankirina paşerojeke ronak
Derbarê peyama Serok Barzanî bo serdana Amerîka Şêwermendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê got: “Peyama gelê Kurdistanê gihand serkirdeyên Amerîka ku divê paşerojekî bi ronî hebe ji bo gelê Kurd û divê tekez bê kirin ku carek din Kurd nema rastî karîset û hişmetan tê”
Kurd hevpeymanekî nêzîk
Derbarê erêniyên ku Amerîka bi Serok Barzanî dane, Endamê şanda Herêma Kurdistanê got: “Di civînan de me hest kir ku Amerîka piştevaniyek mezin dide Kurdan, belê bo wê yekê dane ku ew nahêlin carek din xiyanet li gel Kurdan bê kirin û nahêlin destdirêjî li ser Herêma Kurdistanê bê kirin, herwiha belê bo hevkariya berdewam bo Hêzên Pêşmerge û xelkê Kurdistanê dan û sipasiya Herêma Kurdistanê kirin li ser alîkariya bêhtir ji 1.5 milyon penaberî çi yên ji Îraqê hatine û çi yên ji dervî Îraqê hatine, ev jî nimûneyek bû ku kurdan pêşî hemî cîhanê kir ku ew dikarin pirsa pêkvejiyanê û rêzgirtina li ol û neteweyan bikin bingeha siyaseta xwe û ev jî cê rêza û pêzanîna hemî aliyan bû.”
Berhema xebata Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê
Derbarê hûrgilyên naveroka serdana Amerîkayê Mesrûr Barzanî got: “Di hemî waran de me daxwaz kiriye ku Herêma Kurdistanê bi hêztir bibe, wa jî belê bo berdewamiya alîkariyê dane û Ez dixwazim bêjim ku ew rêza li me hat girtin berhemê xebata qehremaneya birayên me yên Pêşmerge bû, lewma divê em hemî ji ber xebata Pêşmergeyan ser bilind bin, bi taybet ji ber xwîna Şehîdan ku ew xwîn bûye sedema rêzgirtinê ji Herêma Kurdistanê re.”
Ewlekarî û serkeftinên bêhtir
Di dawiya daxuyaniya xwe de Mesrûr Barzanî welatiyên Herêma Kurdistanê piştrast kir ku cenabê Serokê Herêma Kurdistanê dê mizgîniyên xweş pêre ne û got: “Ez dixwazim hûn dil rehet bin ku mizgîniya xweş bi Serok re ye û Kurdistan ber bi ewlekariyek baştir û serkeftinên mezintir ve diçe”
Basnews
