Serokwezîr Barzanî: Bexda wisa hizir dike Kurdistan bêçare ye!
Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî civiya.
Di civînê de Serokwezîr Barzanî li ser rêkeftin û nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê axivî û got, Hikûmeta Kurdistanê dixwaze rêkeftina navbera her du aliyan were bicîanîn lê eger Bexda rêkeftinê binpê bike divê hikûmet û partiyên siyasî li hev bicivin û biryareke siyasî li ser vê arîşeyê bidin û çareyekê ji kirîza darayî û aborî re bibînin.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Parlamentoya Kurdistanê hikûmet erkdar kiriye ku dema hikûmeta navendî pêdiviyên Herêma Kurdistanê neda wê çaxê hikûmet dikare bi rêyên din wan pêdiyan dabîn bike û wiha anî ziman: “Lê mixabin Bexda bi awayekî nêzîk dibe ku tu dibêjî qey nizane Herêma Kurdistanê bi rêxistina herî hov a cîhanê re şer dike.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, her wiha destnîşan kir ku hikûmeta Iraqê wisa hizir dike ku Herêma Kurdistanê bêçare ye lewma ew çi bixwaze dê bîne serê Herêma Kurdistanê û wiha got: “Ev siyaset xelet e ji ber ku Herêma Kurdistanê bêçare nîne û dikare rêkên din bibîne. Lê em dixwazin bi hikûmeta Iraqê re li ser vê arîşeyê li hev bikin. Ji bo vê jî emê serdana Bexdayê bikin.”
Alîkarê Serokwezîr, Qubad Talebanî jî di civînê de ragihand ku Bexda eşkere zilmê li Kurdistanê dike û got, divê Herêma Kurdistanê li rêyek din bigere.
Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Aştî Hewramî jî diyar kir ku Bexda li fêlekî digere ku rêkeftinê bicîh nehîne û wiha got: “Bexda wê petrola ku hatiye firotin, dihesibîne. Lê me di rêkeftinê de gotibû ku ew petrola ku radestî şîrketa SOMO tê kirin divê were hesibandin.”
Wezîrê Darayî Rêbaz Heman jî anî ziman ku Bexda di şandin û dayîna pişka bûdce û pereyê petrola Kurdistanê de arîşeyan derdixe û got, Bexda bi hêceta ku Herêma Kurdistanê deyindar e tevahiya pereyê Kurdistanê nade. Herî dawî jî %10ê pereyê petrolê kêm kiribû.
Rudaw
