• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî gihîşte welatê Çek

Serok Barzanî gihîşte welatê Çek
Li çarçêweya serdana xwe ya fermî ya derveyê welat, roja sêşemê 12.05.2015 Serok Barzanî û şanda li gel gihîştin bajarê Praga paytexta Komara Çek û li Firokxaneya bajarê Prag ji aliyê Cîgirê Wezîrê Derveyê Çek û Balyozê Çek li Iraqê ve hatin pêşwazî kirin.

Biryare Serok Barzanî û şanda pê re li gel Serok û Serok Wezîr û berpirsên bilindên welatê Çek kom bibin.

Li vê serdanê da Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge, Dr Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Derbaz Kosret Resul Wezîrê Avadankirinê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê şanda li gel Serok Barzanî pêktînin.

Top