Başûrê Kerkûkê; Fermandeyek û 2 Pêşmerge îro şehîd bûn
Îro di encama teqîna bombekê de li navçeya Daqoq a li parêzgeha Kerkûkê, fermandeyekî Pêşmerge û 2 Pêşmerge şehîd bûn.
Li gor pêzanînan, îro sêşembe li gundê Etşane ya ser bi qeza ya Daqoqê ve bombeke çandî bi hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de teqiya û di encam de fermandeyê lîwaya 118 a Balek, lîwa Selah Dîlmanî û 2 pêşmergeyên din şehîd bûn, ku yek ji wan berpirsê pasevanên wî ye.
Herwiha di encama teqînê de 4 Pêşmergeyên din jî birîndar bûne.
Li gor zanyariyan, duh şev çekdarên rêxistina terorîstiya DAIŞê karîne biçine nava gundê Etşane ku di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ye û Bêleke mekanîkî ya hêza Pêşmerge teqandine, îro jî fermande lîwa Selah Dîlmanî bo dîtina deverê û wergirtina pêzanînan li ser bûyerê, serdana deverê kiriye, ku ew bomb bi otomobîlên wan ve teqiyaye.
