• Wednesday, 18 February 2026
logo

“Hewla guhertina Serokwezîr û Serokomarê Iraqê di rojevê de ye”

“Hewla guhertina Serokwezîr û Serokomarê Iraqê di rojevê de ye”
Dr. Berhem Salih li ser vexwendineke fermî ya Komara Islamî ya Îranê serdana wî welatî kiribû û ligel serokê parlementoya wî welat Elî Larîcanî û çend berpirsên din civiya bû, heftenameya Bas jî mebesta wê vexwendin û serdanê aşkere dike.

Li gor zanyariyan, hewlek di rojevê de ye ji bo guhertina Serokwezîr û Serokomarê Iraqê, Îran jî dixwaze ji niha ve xwe ji bo wê egerê amade bike, ku pêşîbîniya wê yekê tê kirin ku Berhedm Saleh xwedan pêgeheke girîng be di paşeroja Iraqê de.

Çavkaniyeke nêzîk ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) diyar dike ku, serdana vê dawiyê ya Salih bo Tehranê, gelek girîng û bayexadar bû.

Wê çavkaniyê aşkere kir jî ku, destpêkê vexwendin ne fermî bû, lewma Berhem Salih daxwaz kiribû ku, eger vexwendina Îranê nefermî be, ew ne amade ye ku serdana Teheranê bike.

Di heyama borî de sarbûnek di navbera Berhema Salih û berpirsên Îranê de hebû, bi taybetî piştî ku Îranê bi aşkereyî di diyarkirina serokomarê Iraqê de, dijatiya Salih kiribû û piştgiriya Fûad Mehsûm kiribû. Her li gor heman çavkaniyê, niha Îran dizane ku bandora kesayetiya Berhem Salih bo paşeroja Iraqê gelek girîn dibe.

Znayarî aşkere dikin ku, Berhem Salih di civînên ligel berpirsên Îranê de, çend pirsên girîng derxistina holê û hişiyarî ji wê yekê daye ku Iraq li ber karesatekê ye û Îran perpirsiyar e.

Basnews
Top