YPG: 7 gund hatin rizgarkirin
Malperên nêzîkî YPG û PYDê eşkere kirin ku şervanên YPGê îro di navbera Til Temir û Hesekê de piştî şer û pevçûnên giran bi çekdarên DAIŞê re karîne 7 gundan rizgar bikin ku herî dawî gundê Xanatê hatiye rizgarkirin.
Li gorî nûçeyan, di şer û pevçûnên îro de 29 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 7 şervanên YPGê jî şehîd bûne.
Her wiha hat gotin ku gellek çek û cebilxaneya DAIŞê jî ketiye destê şervanên YPGê.
Rudaw
