Nêçîrvan Barzanî digel waliyê Silêmaniyê behsa pêdawîstî û pirsgirên bajêr dike
Serokwezîr herêma Kurdistanê pîrozbahiya destbikarbûna waliyê nû yê Silêmaniyê kir û hêvî xwest ku hemû bi hev re weke yek tîm kar bikin û xizmetên hêja pêşkeşî bajêr û hevwelatiyên wîlayeta Silêmaniyê bikin.
Piştî civîna digel waliyê Silêmaniyê, Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek da çapemeniyê û behsa naveroka civîna xwe ya bi waliyê Silêmaniyê re kir û got:
- Me di civînê de digel waliyê Silêmaniyê bi awayekî giştî behsa wan pirsgirêkan kir yên ku heta niha bê çareserî mane û herwesa me behsa wan pirojeyan kir ku, niha pêwîstî pê heye û budce jê re bê berdest kirin. Min û wezîrê êkonomî yê hikûmeta herêma Kudidtanê piştevaniya xwe ji bo waliyê Silêmaniyê û ew xebatên heta niha kirine diyar kir. Ez destxweşiyê li waliyê Silêmaniyê dikim ku, heta niha wek yek tîm bi hev re kar dikin û hêvîdar im ew canê karkirinê di navbera wan de her hebe û em hemû weke yek tîm kar bikin da zêdetir xizmeta welatê xwe bikin.
