Bihara Mahabadê zivistana Îranê
Di navbera xwepêşander û hêzên rejimê de pevçûn didomin.
BasNûçe / Amed - Li Mahabadê, piştî ku keça kurd Ferînaz Xusrewanî ji bo xwe ji destdirêjiya endamên îstixbarata rejîma Îranê rizgar bike xwe ji pencereya qata çaran a otêla ku lê dixebitî avêt û jiyana xwe ji dest da gel rabû ser piyan. Di bûyeran de çend kesan jiyana xwe jidest dan û brîndar bûn.
Bi sedhezaran Mahabadî ji bo rûreşkirina rejimê daketin qadan û otêla ku bûyer lê qewimiye şewitandin. Çalakiyên ku roja duşamê destpê kirin roj bi roj mezintir bûn û li bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê belav bûn. Di navbera xwepêşander û hêzên rejimê de pevçûn didomin.
Mahabad careke din bû peytexta serhildanê
Piştî serhildana Mahabadiyan rejîma Îranê li bajêr rewşa awarte olan kir û hêzên xwe yên asayîşê yên bajarên din arasteyî Mahabadê kir. Çalakî û pevçûn hê jî dom dikin û tê payîn ku di van pevçûnan de heta niha 2 çalakvanan jiyana xwe ji dest dane, nêzîkî 30 ji wan birîndar bûne û bi dehan kes jî hatine destgîrgirin. Her wiha hêzên rejîmê, ji bo parastina wî gerînendeyê Otêlê Seyîd Mûrteza Haşimî ku tê payîn hevkariya ew endamên îstixbaratê kirî ye ew destgîr kirî ye.
Her çiqas li her sê perçeyên Kurdistanê, bi taybetî jî li Başûr û Rojava şerekî mezin bimeşe û Rojhilatê Kurdistanê di vî warî de aram xuya bike jî bûyera ku li Mahabadê rû da û xwepêşandan û pevçûnên piştî vê bûyerê didin xuyakirin ku di demên pêş de wê li Rojhilatê Kurdistanê jî rewş ber bi aloziyê ve biçe. Jêderên me yên ji Rojhilat didine zanîn ku li Rojhilatê Kurdistanê, ji ber sêdarekirinên siyasî ku di van salên dawî de zêdetir bûne, helwesta rejîmê ya qrêj ku bi ser dezgehên asayîşê ve ciwanên kurd bi tîryakê dixe tora xwe û bi vê rêbazê ciwanan ji mijarên siyasî dûr dixe û bi geşnekirina rewşa aborî ya herêma Rojhilat, di nav gelê Rojhilat de nerazîbûneke mezin durust bûye û ev nerazîbûn bi vê bûyerê re xwe daye der.
Bûyer çawa qewimî?
Egerî ew e ku 4’ê Gulanê roja dûşemê li Mahabadê li Otêl Tara’yê keça kurd a bi navê Ferînaz Xusrewanî ya 26 salî, piştî ku bi hevkariya xwediyê otêlê rastî destdirêjiya endamên îstixbarata rejîmê ya Îtlaatê tê, ji bo xwe ji dest wan rizgar bike xwe ji qata çaran a otêlê dihavêje xwarê û jiyana xwe ji dest dide. Piştî ev bûyer di nav gel de belav dibe gelê Mahabadê dadikeve kuçe û kolanan û ber bi otêla ku bûyer lê rû daye ve dimeşin û bi gihîştina ber otêlê ve agir bi otêlê dixin û dixwazin ku ew endamên îstixbaratê bêne cezakirin. Li ser vê yekê hêzên asayîşê mudaxeleyî çalakvanan dikin û şer û pevçûneke mezin di navbera xwepêşandêr û hêzên asayîşê de derdikebe. Hate ragihandin ku di van pevçûnên ku hêzên asayîşê bi guleyên rasteqîn û bombeyên çavsotar êrîşî xwepêşandêran kirine de du kes hatine kuştin û nêzîkî 30 kes jî birîndar bûne. Piştî berfirehbûna çalakî û bûyeran, Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî ji bo hêzên ewlehiyê ferman da ku di mudaxelekirina çalakiyan de bi tu awayî guleyên rasteqîn bikar neyînin. Her çiqas Rûhanî vê fermanê dabe hêzên asayîşê jî, agahiyên ku ji jêderên herêmê têne ber destên me diyar dibe ku hêzên ewlehiyê bi guleyên rasteqîn êrîşî xwepêşandêran kirine.
Buyer bi guman e!
Di derbarê bûyer û çalakiyên ku li Mahabadê rû dan de Aktîvîstê Rojhilatî Helmet Marûfî ji BasNûçe’yê re ragihand ku ew ji mêj ve li benda teqîneke wiha ya civakî bûne û ew teqîn jî piştî vê buyera li Otêl Tara’yê rû daye. Marûfî diyar kir ku ji destpêka şoreşa îslamî ya Îranê ve gelê kurd ên Rojhilat ji alî rejimê ve hatine qewirandin, tu kar û xebateke ku rewşa aborî û xizmetguzariya bajarên Rojhilatê Kurdistanê baştir bike nehatiye kirin, rejîmê her gav helw daye ku bi xizanî û bêderfetiyan gelê Rojhilat bi terbiye bike, ji ber vê yekê gel ji destpêka şoreşê ve hêrsa xwe di xwe de veşartiye û ev bûyera ku niha rû daye bûye egera derbûna wê hêrsa salan. Helmet Marûfî wiha dom kir: “Ev bûyer ji destpêkê ve bi guman e. Egerî heye ku rejîmê bixwe mirovên xwe xistibe nav çalakvanan da ku bûyer aloztir bibe, lewre di demeke nêz de ji bo sermayeguzariya Mahabadê baştir bibe û rewşa bajar ya aborî baştir bibe bi taybet bi sermayedarên Başûrî re hevdîtinan destpê kiribû û çav li rê bû ku di demeke nêz de li Mahabadê konferanseke ji bo geşkirina sermayeguzariyê bê lidarxistin”
Gumanbarên bûyerê serbest in
Li gel ku şahidên vê bûyera kuştina Xoşrewanî hene jî ne berpirsên asayîşê ne jî yên hikûmet û dewletê di derbarê darizandin an jî binçavkirina her dû kesên ku tê gotin endamên dezgeha sîxurî ya Îtlaatê ne de tu daxuyaniyekê nedane. Di derbarê mijarê de Kawa Rojhilatî ku yek ji siyasiyên grîng ên Rojhilatî ye jî ragihand ku çalakî û pevçûn dikare bi darizandina ew kesên gumanbar rawestin lê belê rejîma Îranê di vê mijarê de heta niha tu tiştekî nekirî ye. Kawa Rojhilatî got: “Gel vê daxwazê dike ku rejîm kujerên Ferînaz Xoşrewanî radestî dadgehê bikin, kujer bêne darizandin û cezayê wan bê dayîn. Ev daxwaz, daxwazeke mirovî rewa ye. Lê belê li gel nadarizandin an jî destgîrkirina gumanbaran rejîm ji bo ku bikaribe bûyerê kontrol bike, li Mahabadê hejmara hêzên ewlehiyê zêdetir dike û ji deverên dinê pasdar arasteyî Mahabadê dike” RojhelatîHerwiha ji ku canê wan parastî be, malabata Nadir Mewlûdî ji bajar dûrxiste. Nadir Mewlûdî wan îdîayan retdike ku ew pirs pirsa destdirêjiyê be. Lê hin ji karmendên otêlê vê îdîayê navbirî retdikin û qala wê yekê dikin ku berpirsiyarekî hikumetê di otêlê de destdirêjiya wê kiriye û sedema xwe kuştina Ferînazê jî ev e.
Waliyê Mahabad: Bersûc xebatkarê otêlê ye
Di derbarê vê bûyerê û çalakiyên ku piştî bûyerê rû dan de dewlelta Îranê û peywirdarên wê yên herêmê bêdeng man lê piştî ku çalakî berfireh bûn û li bajarên din ên Rojhilat belav bûn bêçar man ku daxuyaniyekê bidin. Li ser vê yekê Waliyê Mahabadê Cafer Ketanî bi ser Ajansa Fermî ya Dewleta Îranê (ÎRNA)yê daxuyaniyekê da. Ketanî di daxuyaniyê de angaşt ku bersûcê kuştina Ferînaz Xusrewanî ne endamê dezgeheke fermî ya dewleta Îranê, xebatkarekî otêlê ye. Ketanî, ragihand ku bersûc hatiye destgîrkirin, di derbarê bûyerê de lêkolînên wan dom dikin û heta ku lêkolîn bi encam nebin û bûyer baş zelal nebe ew nikare di derbarê detayên bûyerê de tiştekî bêje. Ketanî di derbarê lêkolînan de jî got ku hemû delîl tomarên têlefonan ji bo lêkolînê têne berhevkirin û piştî lêkolîn biqedin ew ê encamên wê ji raya giştî re eşkere bikin. Walî her çiqas bersûc wek xebatkarekî otêlê nîşan bide jî hewldana destdirêjiya Ferînaz Xusrevanî ku bûye sedemê xwekuştina wê înkar nekir. Hat ragihandin ku ev daxuyaniya Walî, ji alî gelê Mahabadê ve weke; şaşnîşandana bersûcên rastîn û pûçkirina sedemên çalakiyên nerazîbûnê tê şîrovekirin.
Ji alî di ve dewleta Îranê bi daxuyaniyeke din ragihand ku di çalakiyên ku ji bo berteknîşandana bûyerê ku di navbera çalakvan û hêzên asayîşê de şer û pevçûn derketibûn de 7 jê endamên asayîşê, bi giştî 27 kes birîndar bûne. Cîgirê Waliyê Parêzgeha Ûrmiyeyê Elî Riza Dadfer jî beriya vê daxuyaniyê ragihandibû ku di bûyera xwekuştina Ferînaz Xusrewanî de destdirêjî tune ye, ev yek di raporta adlî de jî hatiye teqezkirin û partiyên xêrnexwazên rejîma Îranê yên wek Komele û PDK-Î ciwanan çavsor kirine û bûne sedemên van aloziyan. Dadfer ragihand ku wan bûyerên şewitandina otêlê ji nêz ve şopandiye û dîtine ku ew kesên ku otêlê şewitandin hemû kesên ciwan bûne û ji malbatên ciwanan xwest ku li keç û lawên xwe xwedî derkebin û wan ji bûyeran dûr bikin. Dadfer her çiqas bide zanîn ku di bûyeran de 25 kes birîndar bûne jî, jêderên ji herêmê radigihînin, ji ber ku gellek çalakvanên ku birîndar bûne, ji bo li nexweşwaneyan ji alî asayîşê ve neyêne destgîrkirin neçûne nexweşxaneyan û di malên xwe de xwe derman dikin. Dadfer her wiha ragihand ku di bûyer û pevçûnan de ku kes nehatiye kuştin û asayîş bi rêbazeke medenî hewl daye ku pêşî li bûyeran bigire. Dadfer di dawiya axaftina xwe de gefê li partiyên kurd xwar û got: “Ev sebra asayîşê zêde dom nake û eger hin alî zêdegaviyan bikin û bûyeran sortir bikin, wê hêzên me yên asayîşê jî bi tûndî bersiva wan bidin.“
Çalakî berfireh dibin rejîm hêza leşkerî dişîne herêmê
Xwepêşandanên ku li Mahabadê destpê kirin tenê li Mahabadê neman. Hate ragihandin ku li gellek bajarên din ên Rojhilat jî ji bo piştgirîdayîna gelê Mahabadê û şermezarkirina rejîma Îranê xwepêşandan hatine destpêkirin. Di derbarê xwepêşandanên li bajarên din ên Rojhilat ên wek; Pîranşar, Sîne, Seqiz û gellekên din de Helmet Marûfî da zanîn ku piştî li hemû bajarên Rojhilat çalakî destpê kirine hêzên asayîşa Îranê dest bi bergiriyê kirine û bi vê mebestê ji bajarên din ên Îranê hêzên asayîşê arasteyî bajarên Rojhilat bi taybetî jî arasteyî Mahabadê kirine. Marûfî ragihand ku li Mahabadê rewş pir xetere, hêzeke mezin a asayîşê ku tê payîn nêzîkî 20 hezarî ye li Mahabadê hatiye bi cihkirin, rewşa awarte hatiye olankirin û ger ku li bajarên din jî çalakî dom bikin egerî heye ku li wan bajaran jî heman bergirî bêne pêkanîn.
Ji partiyên Rojhilat bertekên tûnd
Piştî bûyera li Otêl Tara’yê û çalakiyên li Mahabadê partiyên kurd ên Rojavayê Kuridstanê jî bertekên tûnd nîşan dan. Partiya Demokrat a Kurdistan-Îran (PDK-Î) ragihand ku ger Îran daxwaziyên çalakvanan erênî nebersivîne wê bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê jî serî hildin. Berpirsê Nûsîngeha Hewlêrê ya PDK-Î’yê Mihemed Salih Qadirî diyar diyar kir ku ev çalakiyên xwedî derketina keça kurd nîşane ye ku kurd çawa xwedî li çand û mîrateya xwe derdikebe û hişyarî da dewleta Îranê da ku daxwazên gelê Mahabadê bibersivîne. Qadirî got: “Ev hestiyariya gelê kurd dewleta Îranê tirsandiye. Dewleta Îranê maf û azadiya gelê kurd binpê kirî ye. Em wek PDK-Î vê helwesta gelê kurd slav dikin û piştgirî didine çalakvanan. Ew destên ku drêjî keça kurd bûne hêza xwe ji feraseta nîjadperestiya qirêj a dewleta Îranê distîne.”
Sekreterê Giştî yê Partiya Azadiya Rojhilatê Kurdistanê(PAK) Huseyn Yezdanpena jî bi ser Basnewsê ve ragihand ku wan bang li hemû Pêşmerge û alîgirên xwe kirine ku li hember vê bûyerê bi şêweyên demokratîk asta çalakiyên xwe berztir bikin. Yezdanpena got: “Niha li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê rewşa awarte heye. Gel ji bo berdewamiya çalakiyan amadekariyan dike. Çirûska ku li Mahabadê pêketiye bandora xwe daye Merîwan, Bokan, Şîno û bajarên din ên Rojhilat. Li hemû Kurdistanê çalakî hene” Yezdanpena, ragihand ku hêzên Pêşmerge di navbera Ûrmiye û Şînoyê de, li dij pasdarên Îranê çalakiyên bertekî pêk anîne û got: “Ji bo ku gelê me ziyanê nebîne em naxwazin di nav bajaran de çalakiyan pêk bînin û ji ber ve yekê me li derveyî bajaran çalakî pêk anîn. Artêşa Îranê i Hemedanê hêzeke mezin arasteyî Kurdistan kiriye û ji bo çalakiyan bitepisîne planeke nepenî li dar dixe. Lê belê Pêşmergeyên me li dij van planan amade ye û ger ku li dij gelê kurd êrîş pêk bên, em ê bi êrîşên mezintir bersiva wan êrîşan bidin”
Her wiha Komalgeya Demokratîk a Azadiya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) ku sala çûyî wek jêrdezgeheke Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) hatibû îlankirin jî di derbarê bûyerên li Mahabadê de bi daxuyaniyekê gefan li dewleta Îranê xwar û ragihand ku xwîna Ferînaz Xusrewanî li erdê namîne. KODAR’ê ji ber helwesta wan a li dijî çalakiyên gelê Mahabadê hezên asayîşa Îran tawanbar kir, gefa tolhildana Xusrewanî li dewleta Îranê kir û got ku ‘ewê xwîna keça kurd Ferînaz Xusrewanî li erdê namîne.’
‘Bihara ereb jî bi çalakiyeke piçûk destpêkiribû’
Li gor agahiyên ku ji Mahabad û Rojhilatê Kurdistanê têne ber destên me roj bi roj hejmara kesên ku beşdarê çalakiyan dibin zêdetir dibe û bayê van çalakiyan li tevahiya bajarên Rojhilat belav dibe. Li gor agahiyên ku muxalefeta Rojhilatê Kurdistanê didin, çalakiyên piştgiriyê li bajarên wek; Nexede, Pîranşar, Şino û Bokanê jî destpê kirine û ev çalakiyên van bajaran jî roj bi roj mezintir dibin. Çalakvana Mafê Jinan a Rojhilatî Sebrî Behmenî jî ji BasNûçeyê re diyar kir ku di dîroka dûr û ya nêzîk a cîhanê de jî ew bûne şahid ku çalakiyên piçûk dikarin rê li ber guherînên mezin vekin, guherînên li Rojhilata navîn ên ku bi navê ‘bihara ereb’ têne binavkirin mînak nîşan da û got: “Ev bûyer beşek e ji azarên dijwar ên ku rejima Îranê li ser gelê kurd pêk tîne. Ev mesele hem zordestiya li ser jinên kurd û hem jî pêkutiya siyasî ya li ser gelê kurd nîşan dide. Egerî heye ku ev bayê çalakiyên ku piştî vê bûyerê rû dane, bi carekê li her deverên Rojhilatê Kurdistanê belav bibe. Divê neyê ji bîrkirin ku ‘bihara ereb’ li bajarokekî piçûk, bi xweşewitandina ciwanekî destpê kir û li bakurê Afrîka û Rojhilata navîn belav bû.”
Nerazîbûn li tevahiya Kurdistanê belav bûn
Piştî rûdana bûyera xwekuştina Ferînaz Xusrevanî û çalakî û bûyerên bertekî ji partî û dezgehên perçeyên din ên Kurdistanê jî bertekên nerazîbûnê berz bûn. Li bajarên mezin yên Kurdistanê Silêmanî, Hewlêr û Amedê bi çalakiyên nerazîbûnê yên partiyên siyasî, dezgehên jinan û kesayetên siyasî û olî pêk hatin. Li Silêmanî, li Parka Nalî bi beşdariya endamên dezgehên jin û ciwanan û mamosteyên olî yên ji Rojhilatê Kurdistanê çalakiyeke şermezarkirinê pêk hat. Di vê çalakiya ku girseyeke mezin a ji gel jî piştgirî dayê de dewleta Îranê hate rûreşkirin û peyamên piştgiriya gelê Mahabadê hatin dayîn. Li Paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê jî li Parka Şanîdar bi heman mebestê, bi beşdariya kom û kesên endamên dezgehên sivîl û girseyek mezin ji gel çalekî hate lidarxistin.
Li Bakur çalakiyên rûreşkirina Îranê
Li Bakurê Kurdistanê jî piştî ku bi ser medyaya civakî, bi taybet bi ser facebook û twitterê ve peyamên rûreşkirina dewleta Îranê û piştgirîdayîna keça kurd Ferînaz Xusrewanî û gelê Mahabadê zêde bûn şaredarî, partiyên siyasî û dezgehên sivîl jî bi daxuyaniyên nivîskî û bi çalakiyên bertekî hêrsa xwe der kirin. Li Amedê li Ofîsê bi beşdariya Hevşaredarên Amedê Fırat Anlı û Gültan Kışanak, nûnerên gellek dezgehên sivîl, nûnerên dezgehên jinan û girseyeke mezin ji gel çalakiyeke daxuyaniyî pêk hat. Di daxuyaniyê de dewleta Îranê hate rûreşkirin û drûşmên piştgiriya gelê Mahabatê hatin berzkirin. Her wiha ji Partiya Herêmên Demokrat (DBP) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) jî di derbarê mijarê de peyamên nivîskî hatin belavkirin. Di peyamên partiyan de helwesta li dij Ferînaz Xusrewanî ku bû sedema xwekuştina xwe û xwedîlêderketina endamên îstixbaratê ya Îranê hate rûreşkirin û piştgiriya ji gelê Mahabadê û Rojhilat re hate destnîşankirin. Li Bakurê Kurdistanê ji bilî Amedê li bajarên Sêrt, Batman, Wan, Qoser û Agirî jî ji alî partiyên siyasî yên HDP, PAK û dezgehên sivîl, bi heman mebestê çalakî hatin lidarxistin û dewleta Îranê hate rûreşkirin.
‚PDK-Î û Komele Pêşmerge ji bo Mahabadê verêkirin‘
Piştî ku li Mahabadê vê bûyerê rû da, gelê Mahabadê dest bi xwepêşandanan kirin û ji çar aliyên Kurdistanê bertek hati nîşandan, di hin malperên nûçeyî yên kurd de hate angaştin ku Partiya Demokrat a Kurdistan-Îran (PDK-Î) û Partiya Komeleya Kurdistan 1800 Pêşmergeyên xwe ber bi Mahabadê ve verê kirine. Lê belê Çalakvanê Mafê Mirovan û endamê Dezgeha Mafê Mirovan a Şaxê Kurdistanê Azad Mahabadî ji BasNûçe’yê re ragihand ku ev agahî ne PDK-Î û ne Komele û ne jî PJAK’ê heta niha, di derbarê vê rûdanê de tu daxuyanî nedane, ev angaşt piştrast nekirine û ew nizanin ku ev dezgeha hanê van agahiyan ji ku derê werdigire. Mahabadî diyar kir ku hemû hêz û partîyên kurd ên Rojhilatê Kurdistanê di derbarê çalakiyên li Mahabadê de daxuyaniyên piştgiriyê belav kirine û hin ji wan banga tevlîbûna çalakiyan kirine lê belê di derbarê van agahiyan de heta niha ew bi tu awayî agahdar nebûne. Mahabadi her wiha ragihand ku di derbarê çawaniya bûyera xwekuştina keça kurd Ferîzan Xusrevanî de jî heta niha ne ji alî dadgeh û berpirsên asayîşî yên dewleta Îranê û ne jî ji aliyên kurd ve agahiyên têr nehatine dayîn û pêwîst e ev bûyer bê zelalkirin û sûcdar bêne darizandin. Azad Mahabadî got: “Bêguman mafê herkesî heye ku bi şêweyeke şaristanî li hember astengî û pêkutiyên ne mirovî bertek nîşan bide û di çarçoveyeke şaristanî de daxwazên xwe bîne ziman. Ji ber nezelaliya vê bûyerê ev çalakî, çalakiyên mafdar in û divê bê piştgirîkirin” Mahabadî balê kêşa ser daxuyaniya waliyê bajarê Ûrmiyeyê ku gotibû; ‘Ev van çalakiyan girîng nabînin û ji ber wê yekê di mudaxeleyên hişk nakin’ û got: “Berpirsên dewletê van çalakiyan wiha binirxînin jî tê angaştin ku kuştî û gellek birîndar hene, gellek kes hatine destgîrkirin û ev bûyer ne bûyerên piçûk in. Heta agahî têne ber destên me ku hejmara birîndaran hin zêdetir e û gellek kesên birîndar hene ku ji bo nekebin destê rejimê naçin nexweşxaneyan û li malên xwe têne dermankirin.”
Basnews
