• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serokwezîr: Eger Bexda wek firoşiyarên neftê miamileyê bi me re bike hîngê divê lihevhatineke nû bê îmazkirin

Serokwezîr: Eger Bexda wek firoşiyarên neftê miamileyê bi me re bike hîngê divê lihevhatineke nû bê îmazkirin
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, di berdewamiya serdana xwe ya bo wîlayeta Silêmaniyê , roja 10.05.2015ê, digel şandeya pê re serdana Bajarê Pizîşkiyê Faruq ku, pirojeyekî pizîşkiyê sektora taybet e, kir û di daxuyaniyekê de got , ev demek bû wî dixwest serdana pirojeyê Bajarê Pizîşkiyê Faruq li Silêmaniyê bike.

Nêçîrvan Barzanî ji nêzîk haydarî rewşa birêveçûna karûbarên pirojeyî bû û li wir daxuyaniyek da çapemeniyê û got:

- Ev demek bû min dixwest serdana Bajarê Pizîşkiyê Faruq li silêmaniyê bikim û ji nêzîk wî pirojeyî bibîne û haydarî xebat û xizmetên pirojeyî bibim. Ez destxweşiyê li xwediyê pirojeyî birêz Faruq mela Mistefa dikim. Ev pirojeye ne bi tenê ji bo Silêmaniyê, lê belê ji bo hemû Kurdistan û Îraqê jî pirojeyekî giring û êkaneye û çend bêjî pirojeyekî ciwan û rêkûpêke.


Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, ji bona wan pirojeyên li Silêmaniyê û bi giştî li Kurdistanê encam dane, destxweşî li Faruq mela Mistefa kir û hêvî xwest ku, mînakên wisa li herêma Kurdistanê zêde bin û sermayeyê xwe li herêma Kurdistanê birazînin û ew dahatiniyê bi dest jî dikeve her li Kurdistanê bikar bînin.

Li dor lihevhatina Hewlêr û Bexdayê jî, Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de ji çapemeniyê re got:


- Lihevhatina me digel Bexdayê li gor qanûna budceya Îraqê ya sala 2015ê ye ku, em 550 hezar bermîlên neftê bi hikûmeta Îraqê bidin û li hember wê hikûmeta Îraqê divê budceya herêma Kurdistanê yek tirilyon û du sed hezar dînaran bo herêma Kurdistanê binêre. Lê mixabin heta niha Bexayê ew lihevhatin cîbicî nekiriye. Herêma Kurdistanê bi wê lihevhatinê pabend e û em hêvîdar in Îraq jî bi wê rêkeftinê pabend bibe. Eger Bexda dixwaze li ser esasê kirîna neftê miamileyê bi herêma Kurdistanê re bike, em razî ne, lê hîngê divê lihevhatineke nû bi Bexdayê re bê îmazkirin û tişt hene di lihevhatina kevin de divê bên guhertin.
Top