• Wednesday, 18 February 2026
logo

Sûriye: Davûdoglu destdirêjî kir

Sûriye: Davûdoglu destdirêjî kir
Parlamanterekî Sûriyê, çûna Serokwezîrê Tirkiyiyê Ahmet Davûdoglu bo nav axa Rojavayê Kurdistanê bi bê razîbûna Hikûmeta Sûriyê bi destdirêjî li ser pîroziya axa welatê xwe dide zanîn.

Ahmet Davûtoglu duhî derbasî gundê Eşmê yê Rojavayê Kurdistanê bibû û çûbû ser tirba Silêman Şah.

Parlamanterê Sûriyê, Şerîf Şihade ji Rûdawê re ragihand: “Derbasbûna Davûdoglu bo welatê me bi wî awayî, destdirêjî ye li ser pîroziya aza Sûeiyê. Herwiha belgeheke diyar e ji destêwerdana Hikûmeta Tirkiyeyê di kirîza welatê me de.”

Şihade wiha got: “Tişta ku Serokwezîrê Tirkiyiyê kir, belgeheke eşkere ye li ser hevahengiya ku di navbera Hikûmeta Tirkiyeyê û komên terorîst mîna DAIŞ û Cebhet Elnusra de heye, ku wan rê ji Ahmet Davûdoglu re vekir ku derbasî nava axa Sûriyê bibe.”

Bi gotina Şerîf Şihade, “Davûdoglu hêvî dike ku împratoriyeta Osmaniyan û dagîrkirina axa ereban bi navekî nû dûbare bike. Niha DAIŞ û Erdogan du rûyê yek lîreyê ne.”

Şêwirmendê Desteya Derve ya Kantona Kobanî Umer Ellûş li ser wê serdanê ji Rûdawê re ragihand, haya wan ji serdana Davûtoglu tinebû lê ew vê serdanê weke dijminatî yan jî destdirêjiyekê nabînin.

Umer Ellûş herwiha got ku ne ew û ne jî hikûmeta Sûriyê dikarin tiştekî li hemberî serdana Davûtoglu bikin û wiha got: "Eger hikûmeta Sûriyê vê serdanê weke destdirêjiyekê dibîne, bila rê li ber wê bigire, eger bikaribe".

Tirba Silêman Şah roja 22ê Sibata îsal ji ber şerê DAIŞê ji gundê Qereqozaqê yê Munbicê yê Sûriyê bo gundê Eşme yê Kobanî hatibû veguhestin.

Rudaw
Top