Yezdanpena: Heger artêşa Pasdaran derbasî Mehebadê bibe emê wê biweşînin
Cîgirê serokê Partiya Azadiya Kurdistanê amaje bi dengê nerazîbûnê li Rojhilatê Kurdistanê kir û tekez kir ku wê ev nerazîbûn berdewambe heta ku tola wê keçê bê sitendin ku bi ne heqî efserekî artêşa Îranê bû sedema kuştina wê.
Cîgirê serokê Partiya Azadiya Kurdistanê ya Rojhilatê Kurdistanê “Hisên Yezdanpena” ji BasNews re ragihand: “Rewşa hemî bajarên Rojhilatê Kurdistanê di navbera niştecî û fermanderan de rewşek xirabe, ev jî dibe sedema ku xelk xwe ji xwepêşandanên dûrûdirêj re dikin, ji ber destdirêjiya ku li ser wê keça kurd bû destdirêjiye ser gelê kurd, bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê, Hikûmeta Îranê ji bajarên Esfehan û Hemedanê hêzên ewlekariyê şandine ji bo ku li dijî xelkê û nerazîbûna wan rawestin.”
Herwiha got jî: “Ji Mehebadê pirîska nerazîbûn giha Merîwan, Şino û Bokan jî lewma dê ev nerazîbûn berdewam be û me heval û dostên xwe agahdar kirine ji bo beşdarbin di van xwepêşandanan de, lê bera ew dest bi tundptûjiyê nekin da ku em dengê ne razîbûnê bighînin cîhanê”
Got jî: “Di navbera Şino û Ormiya de otombîlek Pasdaran hat êrîşkirin, wate li dervî bajaran jî çalakî berdewamin”
Yezdanpena amaje bi wê jî kir: siyaseta êrîşkirinê di bernameya me de nîne, û hêzên pêşmerge wek hêzêekê rûhî û manewî li rex xelkê di sekine, lewma em ji xelkê dixwazin ku xwepêşandanên aştiyane bên lidarxin.
Ji aliyekî din ve Yezdanpena ew jî ragihand ku: “Hêzên Azadiya Kurdistanê li dervî bajaran amadeye ji rawestandina her hêzêekê ku bixwaze êrîşî xelkên bike di nav bajaran de û “Em dê wê hêzê biweşînin.”
Basnews
