Nêçîrvan Barzanî: Kirîza darayî dê derbas be
Nêçîrvan Barzanî, di serdana xwe de ji bo Silêmaniyê, serdana navenda projeya avakirina pira Kobanî kir.
Herwiha Nêçîrvan Barzanî got: “Spasiya wan belênderan dike ku di rewşeke wisa de karin kar bikin bi taybetî di rewşa abûrî ya zehmet de.”
Herwiha xelkê Herêma Kurdistanê piştrast kirin ku, ev rewşa dijwar û Kirîza darayî dê derbas bibe û proje dest pê bikin.
Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirsa Rûdawê de ku gelo demek ji bo destpêkirina wan projeyan de hatiye diyarkirin, got: “Ew yek girêdayî rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê ye û ev rewş jî girêdayî rêkeftina ligel Bexdayê ye. Eger rewşa aborî baştir bibe wê ew projeyên ku rawestiya ne destpê bikin.”
Nêçîrvan Barzanî bi mebesta ku tevlî tevlî yekemîn festîvala fîlman a Yekitiya Ewropayê bibe, serdana bajarê Silêmaniyê kir.
Rudaw
