Serok Barzanî li gel revenda Kurdî ya li Wîlayeta Virginia ya Amerîka civiya
Serokê Herêma Kurdistanê, ji bo serbixweyî yê zêdetir tekez li ser Başûrê Kurdistanê kir û tekez li wê yekê kir ku "Piştî şerê Da'îş rastiyeke din dirust bûye, li bîra min naye berê tu dewletek amade bûbê guh li peyva dewleta Kurdî bigrê, lê belê niha gelek welat bi eşkere piştgîriya me dikin, hîç welatêk jî ne li dijî serbixweyî ya me ye".
Serok Barzanî got: "Şerê Da'îş û hîç sedemeke din nabê rêgir li ber serbixweyî ya Kurdistanê û mîlletê Kurd bi xwe biryar li çarenûsa xwe dide, bextewerin bi wan guftûgoyên li vî derbarî de me kirine, ew astengiyên berê hebûn niha beşekî zêde nemane û eger mabê jî gelek kême".
Serokê Herêma Kurdistanê eve jî behs kir ku "roj bi roj li armanca serbixweyî nêzîk dibîn û bi dûr jî nizanim", rûyê axaftina xwe kire amadebûyan û got: "Zarokên xwe han bidin bixwînin, bo ku li paşarojeke nêzîk da xizmeta Kurdistanekî serbixwe bikin".
Di derbarê kêşeya navçeyên cihên nakok jî Serok Barzanî tekez kir "Çareseriya wan cihên ku bi navçeyên cihê nakokî têne bi navkirin tenê bi referandumê têne kirin, ku diviya li sala 2007 de bihata kirin, lê belê hikumeta Iraqê nekir". Her wiha got: "Em ku berê bi wê yekê razî bûyîn referandûm bê kirin wateya wî ewe nîne gumana me li Kurdistanîbûna wan navçeyan hebê, belku me got mesele bi destûr yek alî bibê, piştî referandum jî divê rêz li nêrîna xelkê wan navçeyan bê girtin, ji ber ku em bawerim ew beşekin ji Kurdistanê".
