Serdeştiyan jî ji bo Mehabadê xwepêşandan kirin
Li gorî agahiyên ku gihîştine Rûdwê, îro danê êvarê li bajarê Serdeştê, bi sedan kes li hev kom bûne û piştgiriya xwe ji bo xwepêşandana Mehabadê nîşan dane.
Hat gotin ku xwepêşandan li meydana Serçawe ya bajêr hatiye kirin lê ji ber mudaxeleya hêzên ewlehiyê, di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê de şer û pevçûn derketiye.
Li gorî agahiyan, hêzên ewlehiyê ji bo ku pêşiya xwepêşandanê bigirin gulle avêtine wan lê heta niha nayê zanîn ka tiştek bi xwepêşanderan hatiye yan na.
Yek ji kesên ku tevlî xwepêşandanê bibû ji Rûdawê re got, bi sedan kes tevlî xwepêşandanê bibûn û dirûşmên mîna “Mehabad bi tenê nîne, Serdeşt li piştê ye” digotin.
Rudaw
