• Wednesday, 18 February 2026
logo

Sine- Ji tirsa Mehabadê hêzên ewlehiyê li nav bajêr de belav bûne

Sine- Ji tirsa Mehabadê hêzên ewlehiyê li nav bajêr de belav bûne
Hat zanîn ku li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hêzên ewlehiyê yên Îranê ji bo ku nehêlin ti xwepêşandanek ji bo Mehabadê were kirin, li nav bajêr belav bûne û kesên “şikber” jî digirin.

Piştî ku li bajarê Mehabadê ji bo protestokirina mirina bi guman a keça kurd Ferînaz Xusrewanî xwepêşandan hat kirin, rêjîma îslamî ya Îranê li gellek bajar û deverên Rojhilat tedbîrên tund ên ewlehiyê girtiye.

Li Sine jî hêzên ewlehiyê bi kincên sivîl û leşkerî û bi motorsîklêtan li nav bajêr de belav bûne û hatin-çûyîna welatiyan çavdêrî dikin.

Li gorî malpera KurdPa, duh li Sine 3 xortên kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin, bêyî ku sedema girtina wan were zanîn.

Rudaw
Top