Barzanî û Mistefa rewş nirxandin
Duhî li mala Newîşrwan Mistefa li bajarê Silêmaniyê, Nêçîrvan Barzanî û Newîşrwan Mistefa civiyan.
Li gorî agahiyên Rûdawê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Newîşrwan Mistefa pêwendiya di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û û di navbera Hewlêr û Bexdayê de, herwiha rewşa Kurdistan û navçeyê nirxandin.
Herwiha biryar e, îro Serokwezîr Barzanî li Silêmanî serdana Polîtburoya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) jî bike.
Kargêrê Polîtburoya YNKê, Hakim Qadir Hemecan ji Rûdawê re ragihand: “Îro saet 11:00 Nêçîrvan Barzanî wê serdana Polîtburoya YNKê li Silêmaniyê bike.”
Nêçîrvan Barzanî duhî li Silêmaniyê tevlî yekemîn festîvala fîlman a Yekitiya Ewropayê bû.
Rudaw
