• Wednesday, 18 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Çavê me li pêşerojê ye

Nêçîrvan Barzanî: Çavê me li pêşerojê ye
erokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, 100 salên borî jiyan li Kurdistanê dijwar bû. Herwiha da zanîn ku ew dixwazin ligel pêşerojê xwe biguncînin, ji ber ku çavê wan li pêşerojê ye.

Nêçîrvan Barzanî di Konferansa Perwerdeyê ya Wezareta Perwerde ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir.

Serokwezîr di gotin xwe de ragihand: “100 salên borî jiyan li Kurdistanê dijwar bû. Tirsa man û nemanê li cem me hebû û me nizanîbû çarenivîsa me çî ye. Em dixwazin ligel pêşerojê xwe biguncînin, ji ber ku çavê me li pêşerojê ye.”

Nêçîrvan Barzanî wîha got: “Pêwîstiya me bi sîstemeke perwedeyî serbixwe heye ku serdemiyane be û ligel sedeya 21ê be. Divê xwendekar pêşeroja welatê xwe deyîne, ji ber ku di vê sedeyê de pêşwîstî bi her welatiyekî heye.”

Rudaw
Top