Şandek ENKS`ê digel rayedarên Turkiye civiya
Endamê şanda Encûmena Niştmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Hewas Egîd eşkere kir, dohî şanda wan ligel şandeke Berpirsê Dosyaya Sûriyê di Wezarete Derve ya Turkiyeyde civiya û rewşa Rojavayê Kurdistan`ê bi giştî û rewşa parêzgeha Hesekê bi taybetî gotûbêj kirin her weha ji bilî rewşa Kobanî û daxwaza rêvekirinê li pêş rêxistinên mirovahî û metirsiya DAIŞê li ser herêma Cizîrê û pêkhateyên wê hat ravekirin.
Navbirî diyar kir ku, Turkiye xwestiye ku, li gorî rola xwe rê li ber hêrişên DAIŞê bigire, ji ber ku bi gotina wî, metirsiyeke mezin li ser herêmê heye.
Eve di demekê de ye ku, Şandeya ENKS`ê ji Selah Derwîş, Fûad Elîko û Hewas Egîd pêk tê.
Jêder:Rûdaw , Xendan
