• Wednesday, 18 February 2026
logo

Barzanî : Rayedarên Amerîkayê em piştrast kirin

Barzanî : Rayedarên Amerîkayê em piştrast kirin
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Washington di hevpeyvîneke kurd de ligel Rûdawê de, behsa serdana xwe bo Amerîka dike û dibêje, civîna wan ligel Serokê Amerîka Barack Obama ji tişta ku wan jê çaverê dikir serkeftîtir bû. Herwiha da zanîn ku derbarê şandina çekan bo pêşmerge berpirsên Amerîkayê em piştrast kirin.

Barzanî wiha got: “Me soz û piştrastî ji pilebilindtirîn berpirsên dewleta Amerîkayê wergirt, ku ji niha û pê ve çek nema dereng ji Hêzên Pêşmerge re tên şandin.”

Mesûd Barzanî ji Rûdawê re ragihand: “Têgiheştineke temam ji aliyê Amerîka ve heye li ser doza gelê kurdî bi giştî.”

Di vê hevpeyvînê de Barzanî derbarê mana xwe li ser kursiyê serokatiya Herêma Kurdistanê jî diaxive.

Rûdaw: Tevî ku beriya niha te civîna xwe ligel Serok Obama wek pir serkeftî da zanîn, lê ez dixwazim nas bikim ku gelo ew civîn di asta hêviya we de bû?

Barzanî: Ez karim bi eşkere bêjim ku dibe civîna me ji tişta ku me jê çaverê dikir, serkeftîtir bû.

Rûdaw: Derbarê birsa çekan, gelo ne pirsgirêk e ku çek bi awayekî rasterast negihên destê Pêşmerge? Ku ez dibêjim 48 saetan dereng digihên Kurdistanê.

Bêguman ew pirsgirêkeke mezin bû. Me bi dûr û dirêj behsa wê pirsê kir. Me soz û piştrastiyeke temam wergirtiye, ku ji niha û pê de çek dereng nekevin destê pêşmerge.

Rûdaw: Bi wê wateyê ku ew çekên ku ji we re pêwîst in, mîna antî tank nema gîro dibin?

Belê, ew ji vê yekê ji aliyê pilebilindtirîn berpirsên dewleta Amerîkayê ve hatin piştrastkirin.

Rûdaw: Derbarê pirsa serxwebûna Kurdistanê. Beriya niha me dibihîst ku li Koşka Spî behsa serxwebûnê tê kirin. Ez dixwqazim nas bikim we behsa wê kir û bi çi awayî we behsa wê pirsê kir?

Tenê ez karim bêjim, me têbînî kir ku, têgiheştineke temam ji aliyê Amerîka ve heye li ser doza gelê kurdî bi giştî.

Rûdaw: Herêma Kurdistanê serxwebûna xwe rabigihîne, Amerîka dê piştgîriya wê bike?

Niha ez nikarim tiştekî din bêjim, ku têgiheştineke pir baş ji aliyê Amerîka ve heye li ser doza gelê me. Ka em nas bikin dê di pêşerojê de çi bibe.

Rûdaw: Ez dixwazim derbarê pirsa man ate wek Serokê Herêma Kurdistanê bipirsim, tevî ku beriya çend rojan jî te got aliyên siyasî û Parlamentoya Kurdistanê bi her biryarekê razî bibin, hûnê jî razî bibin.

Niha jî bersiba min heman tişte.

Rûdaw: Lê pirsyara min ew e ku eger aliyên siyasî razî bûn li ser mana te wek serok, tê bimîne?

Bila em bibînin ku dê çi biryarê bidin, ku ev biryar dan, wê demê ezê jî gotina xwe bikim.

Rudaw
Top