• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Bitlîsê jî alîgirên HDPê pişta xwe dan Davûtoglu!

Li Bitlîsê jî alîgirên HDPê pişta xwe dan Davûtoglu!
Li bajarê Bitlîsê yê Bakurê Kurdistanê jî alîgirên HDPê pişta xwe dan Davûtoglu û ew protesto kirin.

Serokwezîrê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Ahmet Davûtoglu li bajarê Biltîsê tevlî mîtînga partiya xwe bû.

Piştî mîtîngê Davûtoglu li nav bajêr geriya lê dema li ber avahiya HDPê re derbas dibû, komek alîgir û endamên HDPê pişta xwe dan wî û ew protesto kirin.

Davûtoglu roja 6ê Gulanê li bajarê Mûşê jî bi heman şêweyî hatibû protestokirin.

Rudaw
Top