• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Bergiriyê Amerîka civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Bergiriyê Amerîka civiyan
Roja pênçşem 07.05.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel serdana Wezareta Bergiriya Amerîka (Pentagon)ê kirin û li gel Aşton Karter Wezîrê Bergirî û Martin Dempsî Serok Erkanê Hêzên Amerîka û Elîza Slutkîn Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Bergiriyê Amerîka kombûn.

Li vê civînê de Serokê Herêma Kurdistanê piştî pêşkêşkirina gotarek di derbarê rewşa meydaniya bereyên şerê dijî Da'îş û serkeftinên hêzên Pêşmerge û ji bo wan yarmetî û hevkariyên serbaziyên ji bo hêzên Pêşmerge dabîn kirine spasiya Hikumet û gelê Amerîkayê kir.

Li vê hevdîtinê de Wezîrê Bergiriyê Amerîka ragihand ku Hikumeta Amerîka pabende bi hevkarîkirina serbaziya Herêma Kurdistanê û ji bo dabînkirina pêdiviyên hêzên Pêşmerge li warê çek û meşq û rahênana serbazî kêmasiyê nake. Her wiha pêzanînên Hikumeta Amerîka ya ji bo wêrekî û qurbanîdana Pêşmerge dûpat kir.

Li beşekî dinê vê kombûnê da her dû alî ji bo wê asta baş a ku li hemahengiya meydaniya li navbera hêzên Kurdistanê li aliyek û ‌hêzên Amerîkî û hevpeymanan li aliyekî din li holê daye xweşhaliya xwe derbirîn.

Amadekariyên ji bo azadkirina bajarê Musil û hemahengiya li navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî û hevpeymanan mijareke dinê vê kombûnê bûn.

Her wiha li vê kombûnê da Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Wezîrê Pêşmerge û Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Wezîrê Samanên Sirûştî û Wezîrê Avadankirinê û Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêmê û Nûnerê Hikûmeta Herêmê li Amerîka şanda li gel Serok Barzanî bûn.


Top