Serok Barzanî hevdîtinek li gel hejmarek medyakar û rojnamevanên Amerîka saz kir
Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî li gotarek da ajandaya serdana xwe ya Amerîka û hevdîtina li gel berpirsên bilindên Amerîka şîrove kir û her wiha behsa rewşa siyasî û emnî ya Kurdistan û Iraqê û şerê terorîstên Da'îş û serkeftinên Pêşmerge kir.
Piştî gotara Serok Barzanî dergehek ji bo pirsiyarên rojnamevanan hate vekirin û Serok Barzanî jî bersîva pirsiyaran da.
