• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî û Biden civiyan

Serok Barzanî û Biden civiyan
Serokê Kurdistanê û Cîgirê Serokê Amerîkayê civiyan.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Amerîkayê de û piştî civîna xwe ya li gel Serokê Amerîkayê, Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî îro jî li gel Cîgirê Serokê Amerîkayê Jeo Biden civiya.

Di civîna han de yaku bi minasebeta xwarina nana sibê yaku ji aliyê Biden ve bo Serok Barzanî hatibû organîzekirin her du alî behsa çendîn mijar û babetên girîng kirin.

Di vê derbarê de Koşka Spî di daxuyaniyekî de eşkere kir ku di civîna navbera Barzanî û Biden de behsa şerê dijî terorîstên DIŞIê û herwiha hevkariyên siyasî, leşkerî û abûrî yên Amerîkayê ên di vê çarçoveyê de hatiye kirin û Biden tekez li ser domandina hevkariyên han kiriye.

Her di civîna han de behsa wan hevkariyên leşkerî yên bo Kurdistanê hatiye kirin ku bi hemahengiya Bexdayê bo hêzên pêşmerge û Kurdistanê tên şandin û her du alî behsa operasiyona azad kirina Mûsil û berfiretir kirina hevkarî û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge, artêşa Îraqê û hêzên hevpeyman bo ji nav birina terorîstên DIŞIê kiriye.

Her di civîna han de Biden tekez li ser vê yekê kiriye ku hikûmeta nû ya Îraqê boku serkeftî be û bikaribe bernameyên xwe yên netewî cîhbicîh bike lazime hevkarî û hemahengiya xwe ya li gel Hewlêrê zêdetir û bihêztir bike.
Top