• Wednesday, 18 February 2026
logo

Demîrtaş: Emê ji Dêrsîmê heta Îzmirê welatê xwe birêve bibin

Demîrtaş: Emê ji Dêrsîmê heta Îzmirê welatê xwe birêve bibin
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş di çarçoveya mîtêngên hilbijartinên 7ê Hezîranê yê Tirkiyeyê de serdana Dêrsîmê kir. Demîrtaş destpêkê derbasî navçeya Mazgêrdê bû û ji wir jî hat li navenda bajarê Dêrsîmê mîtingeke girseyî li dar xist.

Îro danê sibê Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş bi ser rêya bejahî ve ji Xarpêtê derbasî navçeya Mazgêrda Dêrsîmê bû. Demîrtaş li vir ji aliyê HDPiyan ve hat pêşwazîkirin. Bi beşdariya derdora 5 hezar kesî Demîrtaş digel namzedên HDPê yê Dêrsîmê Edibe Şahîn û Alican Onlu ji şaneşîna nivîsîngeha hilbijartinê axivî.

Demîrtaş di despêka axaftina xwe de diyar kir ku digel ku dêrsîmî rastî êrişên herî hovane hatibin jî ti caran serî li ber sitembariyê dananiye. Demîrtaş, destnîşan kir ku dem hatiye ku ew welat bi rê ve bibin.

Demîrtaş di vî warî de wiha got: “Ji Edîrneyê heta Erdexanê, ji Samsûnê heta Antalyayê ji Dêrsîmê heta Îzmîrê em hatine wê astê ku êdî em welatê xwe bi rê ve bibin. 7ê Hezîranê em ê di vî warî de gava destpêkê biavêjin. Gava destpêkê ew e ku em ê dawî li hikûmraniya AKPê bînin. Em ê nehêlin padîşah li qesra xwe aram be, dê xewê şevan jê re bibe hesret. Piştî komkujî û êşên 1937-38an hûn bi berxwedêriya xwe derketin meydanê. We nîşanî her kesî da ku dema serî neyê tewandin, dema berxwedêrî were bipêşxistin, dema kes serî li ber kesî neçemîne; serkeftin pê re tê. Agîdên Dêrsîmê ev yek pîşanî her kesî dan. Huseyîn Cevahîran, Cafer Cangozan û Mazlûm Doganan ev yek pîşanî her kesî da.”

Serokê Giştî yê HDPê Selahedîn Demîrtaş banga yekîtiyê kir û got ku rola yek dengekî jî di vê pêvajoyê de dîrokî ye. Demîrtaş, derbarê vê yekê de wiha pê de çû:

“Dibe ku dengê ku bendê hildişîne dengê we be. Ji we tika dikim yek bin û yekîtiya xwe saz bikin. Di vê pêvajoyê de yek dengek jî pir hêja ye û yek dengekî jî xwedî roleke dîrokî ye. Pêwîst e bersîva herî mezin gelê Dêrsîmê bide AKPê ji ber ku heqareta herî mezin li we kir.”

Herwiha Demîrtaş derbirî ku 'bi mehan e postê serokwezîrtiyê vala ye'. Demîrtaş, di vî warî de wiha domand:

“Bi mehan e kursî û postê serokwezîrtiyê vala ye. Kesek li kursiyê serokwezîrtiyê rûniştiye, lê haya wî jî jê tune. Bi mehan e postê serokwezîrtiyê vala ye, yê li qesrê daniştiye dixwaze wî postî jî bike malê xwe. Yê li qesrê ne serokwezîr nas dike, ne serokwezîrtiyê nas dike, ne postê wî nas dike. Belengazê min serokwezîr jî meydan bi meydan digere dengan ji dengderan dixwaze, ew jî nizane ji kê re van dengana dixwaze Rewşa Davutoglû pir xirab e. Rewşa ew di nav de ye, gunehê gawiran pê tîne. Niha beyanemaya xwe belav kirine, dema ew bi ser bikevin hikûmetek ku vê bernameya beyanameya AKPê cîbicî bike li meydanê namîne. Ji ber ku dê kesek bernameya xwe cîbicî bike. Bername û pîlana wî diyar e. Dibêje ku 'Ez ê bibim serok. Dê daraz, dadgeh, rektorî, parlamento, çapemenî hemû saziyên bilind bikevin bin fermana min. Bernameya ku serokomar dide ber xelkê û disepîne, hewl dide bi destê AKPê bide pesendkirin. Wate her dengê diçe AKPê dê hikûmetê ji holê rabike û parlamentoyê betal bike. Di rastiya xwe de her dengê diçe AKPê diçe dîktatoriyê re.”

Piştî axaftinê Mêzgirê, Demîrtaş derbasî navenda bajarê Dêrsîmê bû û li vir jî daxuyaniyên ku nêzî daxuyaniyên Mêzgirê derdora deh hezar kesên amade re pêşkêş kir. Demîrtaş piştî Dêrsîmê dê niha derbasî bajarê Ezirganê bibe.

Rudaw
Top