• Wednesday, 18 February 2026
logo

Kurdan hişyarî da, şîe paşve vekişan

Kurdan hişyarî da, şîe paşve vekişan
Fermandeyê Pêşmerge li eniya Germesêrê Mehmûd Sengawî ragihand, eger milîsên şîe ji bajarokê Gulale (bi erebî Celewla) yê Başûrê Kurdistanê venekişin dê êrişî wan bikin. Li ser vê yekê milîsên şîe paşve vekişan.

Fermandeyê Pêşmerge li eniya Germesêrê Mehmûd Sengawî ji Rûdawê re gotibû, îro roja dawî ya mohleta milîsên şîe ye ku ji bajarokê Gulale vekişin.

Mehmûd Sengawî diyar kir ku eger milîsên şîe îro venekişin dê êrişî wan bikin û da zanîn, 80 milîsên şîe li bajarokê Gulale hene û dema vekişin dê derbasî bajarê Seidiye bibin.

Hat zanîn li ser vê yekê milîsên şîe îşev ji herêmê derketin.

Mehmûd Sengawî êvarî ji Rûdawê eşkere kir, ji xeynî Hêzên Pêşmerge ti hêz li wê derê nema û kontrola herêmê di destê pêşmerge de ye.

Bajarokê Gulale girêdayî bajarê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê ye.

Rudaw
Top