Xelîlzad: Çekên kurdan neba na jî, her dê şerê DAIŞê kiribana
Zalmay Xelîlzad derbarê civîna di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Amerîka Barack Obama û cîgirê wî Joe Biden de ji Rûdawê re ragihand ku civîn serkeftî bû û tê de behsa awayê kontrolkirina Mûsilê jî hat kirin.
Zalmay Xelîlzad wiha got: “Eger Bexda çekan nede Kurdistanê, divê Amerîka vê pirsê çareser bike û rasterast çekan ji Kurdistanê re bişîne.”
Xelîlzad wiha domand: “Li cem Amerîka, serdana Barzanî girîng e, ji ber ku Herêma Kurdistanê gellek qurbanî bo şer daye li şûna hemû cîhanê. Çekên kurdan neba na jî, her dê şerê DAIŞê kiribana.”
Xelîlzad ji Rûdawê re diyar kir ku di civîna navbera serokê Herêma Kurdistanê û serokê Amerîka û cîgirê wî de, behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û pirsa Sûriyê jî hat kirin.
Derbarê cîhbicîhkirina rêkeftina Hewlêr û Bexdayê jî, Zalmay Xelîlzad wiha got: “Tevî ku kurdan erkê xwe di şandina petrolê de, bi cîh aniye, lê hêj budce û mafê xwe wernegirtiye, lewma ji mafê wê ye ku petrolê hinarde bike da ku jiyana welatiyên xwe birêve bibe, ku dibe li cem Amerîkayê normal be.”
Piştî civîna şevê din, Barzanî di li Navenda Bazirganiyê ya Amerîkayê gotarek pêşkêş kir û derbarê civîna xwe ligel Obama ragihand: “Civîna me pir serkeftî bû. Min spasnameya gelê Kurdistanê gihand Serok Obama û cîgirê wî Joe Biden, li ser wan alîkariyên leşkerî ku pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine di şerê li dijî DAIŞê de û di vê dema teng de piştevaniya gelê kurd kirine.”
Serokê Herêma Kurdistanê derbarê şerê DAIŞê jî wiha got: “Rast e Kurdistan rastî krîzeke pir mezin hatiye ku şerê DAIŞ e, lê spas ji Xwedê û Hêzên Pêşmerge re ku heta niha 20 hezar km ax ji destê DAIşê derxistine, em hest bi şanaziyeke mezin dikin ku heybet û meznahiya DAIŞê li ser destê Pêşmerge hat şikestin.”
Herwiha derbarê koçberan jî, ku hejmareke pir mezin ji koçberên Iraqê li Herêma Kurdistanê ne, Barzanî wiha domand: “Kurdistanî bûye hêlîna mexdûran, niha bêtirî milyoneke koçber li Herêma Kurdistanê hene, di dema ku Kurdistan rastî krîzeke darayî hatiye, lê em wê yekê bi erkeke mirovî û niştimanî dizanin û deriyê Herêma Kurdistanê berdewam vekiriye bo koçber û mexdûran ji her ol û mezhebekê bin.”
Barzanî di gotara xwe de, derbarê şirketên amerîkî wiha got: “Deriyê Kurdistanê berdewam vekirî dibe ji wan şirketên ku dixwazin li Kurdistanê kar bikin û ez spasiya wan dikim ku di dema tengiyê de ji Kurdistanê neçûn. Ji aliyê manewê pir piştevaniya Kurdistanê kirin.”
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: “Nabe em rê bidin ku plana terorîstan ser bigire û ti pêşeroja wan terorîstan tune ye. Li navçeyê serkeftin bo demokrasiyê ye.”
Civîna girtî bû û jibilî fotograferê Serokatiya Herêma Kurdistanê û Koşka Spî ti rojnamevanekî din di civînê de amade nebû.
Endamên şanda Kurdistanê bi serokatiya Mesûd Barzanî, ji her yek ji Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyid Qadir, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Aştî Hewramî, Wezîrê Avedaniyê Derbaz Kosret Resul, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mustefa, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên, Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Beyan Samî Ebdulrehman pêk hatibû.
Rudaw
