• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî û Obama civiyan

Serok Barzanî û Obama civiyan

Duh seat 11ê şevê bi dema Hewlêrê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya bo Amerîkayê de gehêşte Koşka Spî û ji aliyê rayedarên Amerîkayê ve hate pêşwazîkirin.

Piştî merasima pêşwaziyê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û Serokê Amerîkayê Barack Obama û Cîgirê Serokê Amerîkayê Jeo Biden li ofîsa beşê Rojavayê Koşka Spî civiyan.

Di civîna han de yaku zêdetir ji yek seat û 30 deqîqeyan dom kir Obama û Serok Barzanî behsa çendîn mijarên girîng yên weke peywendiyên navbera Kurdistan û Amerîkayê, şerê dijî DIŞIê û rewşa Îraqê kirin.

Her di heman civînê de Serokê Kurdistanê û Serokê Amerîkayê behsa hevkariyên Amerîkayê yên bo hêzên pêşmerge û zêdetir kirina hevkariyên han û çawetiya gehandina ew hevkariyên han kirin.

Piştî bi dawî hatina ew civîna han ya li ofîsa Rojavayê Koşka Spî Serok Barzanî û rayedarên Amerîkayê derbasî beşeke din ya Koşka Spî bûn û danûstandinên xwe domandin.

Serok Barzanî di çarçoveya bernameya han de vê li gel hijmareke din ji rayedarên Amerîkayê re bicive û pişt re jî serdana çend navendên bazirganî û steratejîk yên Amerîkayê bike û çend gotarên cuda derbarê rewşa Kurdistan, Îraq, deverê û şerê dijî terorîstên DIŞIê pêşkêş bike.

Weke tê zanîn di vê serdana han de her yek ji Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê, Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê, Serokê dîwana Serokatiya Kurditanê, wezîrê pêşmerge, wezîrê çavkaniyên xwezayî û berpirsên peywendiyên derve yên hikûmeta Kurdistanê li gel Serok Barzanî dene.

Top