• Wednesday, 18 February 2026
logo

PDKê kursiyeke xwe da Êzidîyan, Partiyên din razî nebûn

PDKê kursiyeke xwe da Êzidîyan, Partiyên din razî nebûn
Piraniya aliyên siyasî yên nava Parlemana Kurdistanê razî nebûn ku di komîteya 21 kesî ya Parlemana Kurdistanê bo amadekirin û pêdeçûna Destûra Kurdistanê nûnerek ji Kurdên Êzidî beşdar bibe, lewma Partiya Demokra a Kurdistanê (PDK) ji para xwe kursiyekî da Kurdên Êzidî.

Şêx Şamo parlamenterê Kurdên Êzidî di Parlemana Kurdistanê de, di evê bareyê de ragihand, ku “ PDKê ji para xwe kursiyek da Kurdên Êzidî. PDK berdewam xwe li Kurdên Êzidî dike xwedî, ji ber ku Kurdên Êzidî emaneta PDKê û Barzanî ne, lewma bi erkê xwe zanîn û kursiyeke xwe dan Kurdê Êzidî.”

Şamo ku bi xwe endamê fraksiyona PDKê ya di parlemana Kurdistanê de ye, ragihand: “Me gellekî hewl da ku taybetmendiya Kurdên Êzidî bê liberçavgirtin,ku jibilî aliyên siyasî kursiyek bi taybetî bigihê kurdên Êzidî, lê fraksiyonên partiyên din ev yek qebûl nekirin, li hember de Fraksiyona PDKê ji min re got ku kursiyek xwe dane Kurdên Êzidî.”

Şêx Şamo di berdewamiya axavtina xwe de got: “PDK emaneta xwe bi cîh anî. Gerek hemû aliyan mîna PDK rewşa Kurdên Êzidî li ber çav girtibana, lê mixabin piraniya aliyan pişta xwe da Kurdên Êzidî.”

Tekane nûnerê Êzidîyan di parlemana Kurdistanê de herwiha tekez kir, ku pêywîste ew komîteya 21 kesî ya Parlemana Kurdistanê ya ji bo amadekirina destûrê Kurdistanê, ji aliyê hemû hêz û aliyên Kurdistanî ve, hem ji hundir û hem jî ji derveyî parlemanê bihê pêkanîn.

PDKê nerazîbûna xwe li ser awayê pêkanîn û diyarkirina endamên Komîteya Amadekirin û Pêdeçûna Destûra Kurdistanê ragihandiye û daye xuyakirin, ku pêywsîte her 4 fraksiyonên din ên di nava palremana Kurdistanê jî de ku her yek ji wan tenê parlemanterek heye, di evê komîteyê de beşdar bin, ji ber ku nûneratiya siyaset û hizreke cuda dikin li Kurdistanê.

PDK herwiha ragihandiye, ku pêywsîte kesên pispor li derveyê parlemanê jî bikaribin beşdarî di amadekirina Destûra Kurdistanê de bikin û tekez kiriye ku Destûr ji bo hemû gelê Kurdistanê ye, nek tenê bo hêz û partiyên siyasî, lê YNK, Goran, Yekgirtû û Komel ew daxwaza PDKê red dikin.

Top