Kosret Resûl: Serxwebûn mafê me ye
Kosret Resûl serdana Eniya Guwêr-Mexmûrê kir û li wê derê ji Rûdwê re axivî.
Resûl wiha got: “Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî beriya serdana Amerîkayê bike ji min re got rayêdar tu yî û ji min xwest ez serdana eniyên şer bikim.”
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê wiha domand: “Divê mafê Kurdan ê avakirina dewletê hebe. Herwiha daxwaza kurdan a herî kêm konfederasyon e.”
Mesûd Barzanî li ser vexwendina Koşka Spî li Amerîkayê ye.
Serdana Barzanî dê 10 rojan bidome û tê pêşbînîkirin ewê serdana hin dewletên Ewrûpa jî bike.
Rudaw
