• Wednesday, 18 February 2026
logo

Herêma Kurdistanê ekranên navxweyî yên “tekfîrî” digre

Herêma Kurdistanê ekranên navxweyî yên “tekfîrî” digre

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi pirs û şêwira her du wezaretên Ewqaf û Karûbarên Olî û Wezarezta Rewşenbîrî û aliyên peywendîdar, dixwaze hemû erkranên navxweyî bigire, ku hizra tundrewî û tekfîrî belav dikin, Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê jî berê xwe daye dadgeh ji bo ku govara Dûrbîn bigrin.

Niha li navxweya Herêma Kurdistanê bêhtir ji 10 ekranên ser bi partiyên islamî û nêzîk ji wan û çend erkranên din ên olî hene, hinek ji bangxwaz û gotarbêj bi rêya wan ekranan, hizra tundrewiyê li civakên belav dikin, bi nêrîna çavdêrên civaknasî û medyayî jî, bandoreke xirab li ser pêkvejyana civakî dikin.

Çavkaniyeke nêzîk ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji heftenameya Bas re ragihand ku, hikûmet dixwaze bi rêyên yasayî û dawakarê giştî re, li ser daxwaza hejmareke zêde ji rewşenbîr û çalakvanên civaka sivîl, wan ekranên navxweyî bigire, ku çavkanî ne bo belavkirina hizra tundûtîjî û tekfîrî.

Di vê derbarê de, Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Kemal Muslim ji heftenameya Bas re ragihand ku, girtina wan ekranan ne ji desthilata wan e û tenê Encûmena Wezîrêan dikare wê biryarê bide û got: “Em jî piştgiriya wê babatê dikin, ji ber ku haşbûn û pêkvejiyana civakî û olî li cem me li ser hemû tiştî ye, ji xwe nabe ji ber wn ew pêkvejiyana olî û civakî di civaka me de jinav biçe.”

Rêveberê Giştî yê Ragihandin û Çap û Belavkirinê li Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Helgurd Ebdulwehab amaje bi wê yekê kir ku, li gor yasayê, tenê dikarin weşana wan ekranan li go karên neyasayî, ku bo rojek yan du roj yan heftiyekê bigrin û wiha berdewam kir “Nikarin wan ekranan bi temamî bigrin, tenê dikarin weşana wan ya asayî rabigrin.”

Neqîbê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, Azad Hemedemîn jî amaje bi wê yekê kir ku, desthilata grtina erkan û rojnameyan tenê di dest dozgerê giştî de ye û got: “Ji aliyê xwe, me wek sendîka derbarê govara Dûrbîn de, ku 10 hejmar jê derketine û taybete bi belavkirina hizra tundrewî, ji ber wê yekê me daxwaz ji dozgerê giştî kiriye ku wê govarê bigire.”

Basnews
Top