• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serokwezîr Barzanî pêşwaziya Wezîra Derve ya Kurwatiya kir

Serokwezîr Barzanî pêşwaziya Wezîra Derve ya Kurwatiya kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Alîkara Serokwezîr û Wezîra Derve ya Kurwatiyayê Vênsa Pusîç kir.

Alîkara Serokwezîr û Wezîra Derve ya Kurwatiya Vênsa Pusîç, ku duh êvarê gihîşt Hewlêrê, bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî.

Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Kurdistanê, Vênsa Pusîç spasiya Herêma Kurdistanê kir ku kariye bi derfetên kêm gellek penaber bihewîne û di hemû waran de alîkariya wan bike.

Vênsa Pusîç her wiha spasiya hêzên Pêşmerge kir ku di şerê terorê de serkeftinên mezin bidest xistine û pîvan û nirxên hevbeş ên mirovahiyê parastine.

Alîkara Serokwezîrê Kurwatiya her wiha ragihand ku Kurwatiya bi qasî hêza xwe alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye û dê dîsa jî alîkariyê bide Kurdistanê bi taybet di warên leşkerî û mirovî de.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî spasiya şanda Kurwatiya kir û hêvîdariya xwe anî ziman ku şanda Kurwatiya bikaribe ji nêzîk de rewşa Herêma Kurdistanê bişopîne û tengaviyên wê di warên mirovî û leşkerî de bibîne.

Nêçîrvan Barzanî her wiha anî ziman ku deriyê Herêma Kurdistanê ji bo karsaz û sermayedarên Kurwatiya vekiriye û hikûmeta Kurdistanê jî amade ye alîkariya wan bike ji bo ku li Kurdistanê hilberînê bikin.

Rudaw
Top