Leşkerên Tirkiyê welatiyekî din ji Rojavayê Kurdistanê şehîd kirin
Duh 4 Gulanê leşkerên Tirkiyê li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de xortekî kurd ji Efrînê bi guleyan şehîd kirin.
Çalavanan ji BasNews re ragihandin ku, xortê kurd “Bekir Seîd” 24 salî ji Efrînê bi guleyên leşkerê Tirkiyê li ser sînor nêzîkî bajarê Dirbêsiyê li Rojavayê Kurdistanê, di dema ku hewil dida derbasî Bakurê Kurdistanê bibe hat şehîd kirin.
Li gorî xelkê nêzî sînor dijîn leşkerên Tirkiyê guleyan berdidin çi tiştê ku li ser sînior tevgerê dike û ev ne bûyera pêşiye bi vî rengî, berî demekê dîsa leşkerên Tirk gule li komek welatiyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê Baran din û xortek şehîd kirin û bûyerên bi vî rengî bûne bûyerên rojane li sînorê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê.
Basnews
