Li dijî Heşda Şebî xwepîşandan hate kirin
Li Xormatûyê li dijî çekdarên Şîi xwepîşandan hate kirin.
Duh li bajarê Xormatûyê welatî û kasibkarên vê bajarê bo cara sêyem li dijî lêv û tevgerên çekdarên Şîi yên ku bi Heşda Şebî tên nasîn xwepîşandan kirin.
Welatiyên xwepîşander bi tundî daxistina rêya navbera Bexda û Kerkûkê ji aliyê çekdarên Şîi ve mehkûm kirin û daxwaza vekirina rêya navbera Kerkûk û Bexdayê kirin.
