Şeşo: Em gotina “kurdên resen” qebûl nakin
Li Almanyayê di 2ê Gulanê de forûmek ji aliyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ve hat li dar xistin û Heyder Şeşo jî tê de axaftinek pêşkêş kir. Axaftina Şeşo di medyaya nêzîkî YNKê de hat weşandin.
Şeşo wiha got: “Em gotiba ji bo me dibêje `êzidî kurdên resen in` qebûl nakin. Ji ber ku ti gumanên me derbarê raborî û kurdbûna me de nîne. Heger ji bo me vê yekê bibêjin, wê demê mafê me heye em ji birayên xwe yên misilman biguman bibin û bibêjin wn `Bira gelo hun kurdin?”
Şeşo derbarê emdamtiya xwe ya YNKê de jî wiha got: “Ez heta niha jî endamê Desteya Navenda YNKê me û ji ber vê yekê jî serbilind im.”
Herwiha Heyder Şeşo da zanîn ewê di çarçoveya yasayên Herêma Kurdistanê û Iraqê de mafên êzidiyan biparêzin.
Heydar Şeşo li Şingalê Hêza Parastina Şingalê (HPŞ) avakiribû û bi tohmeta avakirina vê hêzê di 5ê Nîsanê de ji aliyê asayişa Dihokê ve hatibû girtin.
Piştî belavbûna îdiayên girtin, revandin û wendabûna berpirsê HPŞê HeyderŞeşo, Serokatiya Herêma Kurdisanê ragihand ku ew ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Başûrê Kurdistanê ve hatiye girtin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kiribû ku wan beriya niha hişyarî dabûn Heyder Şeşo û hinek kesên din ên ku dixwestin hêzeke deryasayî li Şingalê ava bikin lê wan guh nedan vê yekê.
Heyder Şeşo 13ê Nîsanê bi biryara dadgehê hatibû berdan.
Rudaw
