• Wednesday, 18 February 2026
logo

Berpirsekî Îranî: Iraq, Sûriyê û Yemen dê parçe bibin

Berpirsekî Îranî: Iraq, Sûriyê û Yemen dê parçe bibin
Berpirsekî Îranî dibêje ku, Amerîka û Brîtaniya plana “parçekirina” Iraq, Sûriyê û Yemenê amade kirine, Mûsil jî dibe paytext.

Sekreterê Encûmena Bilind a Berjewendiyên Îranê Muhsin Rezayî gotiye jî ku, ew plan bi agehdariya Elmanya û Fransayê hatiye dariştin.

Li gor ku mlapera Tabnak a Îranî li ser zarê Muhsin Rezayî ragihandiye, dê Iraq bibe sê beş, beşê bakur, beşê başûr û beşê naverast.

Herwiha dê Sûriyê jî bo Sûriya Başûr û Sûriya Bakur were perçekirin, her li gor axeftinên wî berpirsî.

Rezayî ku berê Fermandarê Giştî yê Artêşa Pasdaran bû aşkere kiriye jî “Mûsil dê bibe paytexta bakur, Bexda dê bibe paytexta naverast û Bexra jî dibe paytexta başûr.”

Li Yemenê jî dê rewş vegere wek berî hevgirtina Yeman a Bakur û Yemen a Başûr.

Wî berpirsê Îranî daye zanîn jî ku, erkê parçekirina Iraqê bi Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden hatiye spartin, dosyaparçekirina Sûriyê û Yemenê jî bi Erebistana Siûdiyê hatiye spartin.

Basnews
Top