Demirtaş: Erdogan kongreya PKK’ê asteng kir
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş ragihand ku, kongreya PKK’ê ya ku di rojevê de bû ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan ve hatiye astengkirin.
Demirtaş li bajarê Manîsayê bersiva pirsên rojnavenan a têkildarê pêvajoya çareseriyê da. Demîrtaş da zanîn ku kongreya PKK’ê ya ku di rojevê de bû ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan ve hatiye astengkirin.
Demirtaş got: “Helwesta birêz serokkomar pêvajoyê qut kir, hemleyên ku kirin, pêlî li pêvajoya ber bi muzakereyan ve diçû girtin.
Selahedîn Demirtaş teqez kir ku, Serokkomar Erdogan bi zanebûn mudaxeleyê van pêşketinan kir û got: “Lê em ê dest ji lêgerîna aşitiyê bernedin”.
Jêder: ANF
Xendan
