Tevgera Ciwanên Kurd kordînator û desteya şopandinê hilbijart
Peyamnêrê Rûdawê li cihê kongireyê li Dêrika Hemko ragihand: “Derengiya şeva borî sêyemîn kongireya T.C.Kê bi hilbijartina kordînator, cîgirê wî û desteya şopandinê bi dawî hat.”
Ji bo kursiyê kordînator giştî, 3 namzed hebûn, lê bi gotina peyamnêrê Rûdawê, berî ku hilbijartin dest pê bikin her yek ji Mehmûd Leyanî û Mahir Elî namzediya xwe ji bow î kursî kişandin û namzedê sêyem jî Îmad Yûsif bi tenê ma û di hilbijartinan de ji koma 130 dengan 75 deng bi dest xist.
Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku ji bo cîgirê kordînator giştî 2 namzed hemûn û di encama hilbijartinê de Yelmaz Seîd bû cîgirê kordînator giştî, ku di heman demê dibe endamê desteya şopandinê jî.
Ji bo desteya şopandina T.C.Kê jî 9 kes hatin hilbijartin, ew jî ev in: Mehmûd Liyanî, Kawa Îsmaîl, Mezlûm Temo, Şiyar Îsmaîl, Şaha Mihemed, Ebdulmecîd Temir, Yelmaz Seîd, Xorşîd Dawê û Xêredîn Nebî.
Tevgera Ciwanên Kurd di kongireya xwe de daxwaz kir ku sîstema federaliyetê li Sûriyê were bicîkirin. Herwiha bang li hemû part û aliyên siyasî yên herçar percent Kurdistanê kir ku di zûtirîn dem de Kongireya Neteweyî ya Kurd lidar bixin.
Tevgera Ciwanên Kurd ku yek ji pêkhatiyên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ye, di 12ê adara sala 2005an de li yekemîn salvegera Serhildana 12ê Adarê ya Rojavayê Kurdistanê hat avakirin. Duyemîn kongreya TCKê di sibata sala 2013 de hatibû lidarxistin.
Rudaw
