• Wednesday, 18 February 2026
logo

Berpirsek: DAIŞê 200 kurdên êzdî şehîd nekiriye

Berpirsek: DAIŞê 200 kurdên êzdî şehîd nekiriye
Berpirsekî kurdên êzdî ”red dike” ku DAIŞê 200 kurdên êzdî şehîd kiribe, dibêje jî tu zanyariyek li ser wê nûçeyê negehiştiye dest wan.

Rêveberê Giştî yê Karûbarên Êzdiyan li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kutrdistanê Xeyrî Bozanî di daxuyaniyeke rojnamevanî de îro, 3 Gulanê, ragihand ku “Wek ku navendên nûçeyan zanyarî ji me re şandine, tu zanyariyek li ser wê nûçeyê nîne ku Asîl Nuceyfî (parêzgarê Mûsilê) li Facebook a xwe belav kiriye. Hemû çavkaniên wê nûçeya parêzgarê Mûsilê ne rastin.”

Xeyrî Bozanî diyar kir ku, ev heyama yek heftiyê ye ku DAIŞê jin û zilamên kurdên êzdî ji hev cûda kirine, her beşek jî li cihekî cûfa danîne.

Berî çend rojan Parêzgarê Mûsilê Asîl Nuceyfî belavkiribû ku, çekdarên DAIŞê bêhtir ji 200 kurdên êzdî li bajarokê Tilefer ê ser bi Mûsilê ve şehîd kirine.

Basnews
Top