Parêzgarê Helebce dest bi kar dike
Kandîdê Tevgera Goran ji bo posta parêgarê Helebce ragihand ku : “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser danana wî wek parêzgarê Helebce îmze kirye”
Kandîdê Tevgera Goran ji bo posta parêzgarê Helebce “Ebdula Nerolî” ji BasNews re ragihand ku: “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh 2 Gulanê li ser danana min wek parêzgarê Helebce îmze kir, lewma tê pêşbînî kirin ez wek parêzgarê Helebce hefteyek din dest bi karê xwe bikim”
Herwiha got jî: “Xêrxwazekî avahiyek wek diyarî bi rengekî demkî terxan kirye ji bo bibe avahiya parêzgehê, heta ka bê dawiyê em çawa avahiyekê ji bo vî karî avabikin”
Ebdula Mihemed tê nasîn bi Ebdula Nerolî sala 1957 li Helebce ji dayik bûye û kandîdê Tevgera Gorane ji bo posta parêgarê Helebce.
Basnews
