Serok Barzanî berev derveyê welat birêket
Li vê serdanê da Serok Barzanî û şanda li gel Serok û Berpirsên Bilindên Hikûmetê û Encûmena Pîrên Amerîka û çend welatekî Ewrûpayî kom dibe û mijara serekî ya civîn û hevdîtinên Serok Barzanî û şanda li gel guftûgo û danustandina bîr û ramanên di derbarê şerê Da'îş û tehdîd û hereşeya terorîstan ya ser asayîşa cîhanî û navçeyê û azadkirina Musil û navçeyên bin desthilata Da'îş û paşaroja Herêma Kurdistanê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka û welatên Ewrûpa.
Cihê balkişandinê ye ku li vê serdanê da rêzdar Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî Cîgirê Serok Wezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Aştî Hewramî Wezîrê Samanên Sirûştî, Derbaz Kosret Resul Wezîrê Avadankirin û Nîştecîhkirinê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Serok Barzanî dibin.
