Serok Barzanî pêşwaziya Serok Wezîrê Kanada kir
Piştî gihîştina şanda mîhvan ya Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê kombûnek li navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Serok Wezîrê Kanada û şanda li gel hate saz kirin.
Li vê kombûnê da Serok Barzanî bi navê xwe û gelê Kurdistanê bi xêrhatina şanda mîhvan kir û ji bo wê palpiştî û hevkariya ku pêşkêşî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirine spasî gel û Hikûmeta Kanada kir. Serok Barzanî bi sedema can ji destdana serbazekî Kanadayî li Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe jî bi şanda mîhvan ragihand.
Serok Barzanî li gotarek da behsa hereşeya terorîstan û êrîşa wan ya li ser Kurdistanê û qehremanî û xweragiriya xelkê Kurdistanê kir û balkişand li ser wê yekê ku terorîst hereşene li ser mirovayetî û azadî û jiyan û dijî dîrok û şaristaniyet û pêşeroj û paşaroja mirovin, ji bo wê yekê erkê hemû aliyeke rûbiruyê vê diyardeyê bibê û eve jî xisterû ku cihê şanaziye Pêşmerge karî bergiriyê li Kurdistanê û mirovayetiyê bike û efsaneya Da'îş bişkîne.
Her li vê kombûnê da Serok Wezîrê Kanada spasî hevsoziya Serok Barzanî kir û wê yekê behs kir ku cîhan sersame bi Kurdistanê ji ber ku Kurdistan bi hêz û îradeyekî xûrt bergiriyê li xwe kir û Pêşmerge jî pêkhatên neteweyî û oliyan parast û terorîst jî hereşeyekî cîhanîne li ser hemû aliyek û ew sê sedem teşwîq û handana welatê wan kir ku yarmetiya Herêma Kurdistanê û Pêşmerge bide. Serok Wezîrê Kanada pêzanînên xwe jî ji bo wê rola giran ku Herêma Kurdistanê li hewandin û yarmetîdana sedan hezar koçberan de dîtiye û eve jî dûpat kir ku welatê wan berdewam dibe li hevkariya mirovî û serbazî ya Kurdistanê û asta yarmetî û hevkariyên miroviyan jî zêdetir dike.
Her li vê kombûnê da her dû alî tekez li ser berfirehtir kirina peywendiyên di navbera wan û bilindkirina hemahengî û pêşxistina peywendiyên aboriyan kir. Li beşekî dinê vê hevdîtinê de çawayiya yarmetîdana koçberan û pêdivî û kêşe û giriftên wan guftûgo kirin.
Cihê balkişandinê ye ku li vê kombûnê da rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge, Kerîm Sincarî Wezîrê Navxo, Elî Sindî Wezîrê Plandanan, Derbaz Kosret Resul Wezîrê Avadankirin û nîştecîhbûnê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn.
