Wezareta Pêşmerge: Şervan û Pêşmerge, ti cudahiya wan tune ye
Baban Îbrahîm, ku yek ji wan şervanên YPGê ye ku li ser axa Başûr birîndar bûye. Wî 7 mehan li nava refên YPGê şer li dijî çekdarên DAIŞê dikir û ev 3 meh in ku bi giranî birîndar bûye.
Baban li Rojava û Başûrê Kurdistanê bi çekê ji corê doşka şerê DAIŞê dikir û li Şingalê bi rokêtekê birîndar bibû. Malbata wî dibêje ev bêtirî mehekê ye ku ew li hêviya wê yekê ne ku Wezareta Pêşmerge bo dermankirina kurê wan, wî jî bişîne derveyî Kurdistanê.
Berpirsên Wezareta Pêmerge dibêjin, bi bê cudahî di navbera şervanên YPGê û Hêzên Pêşmerge, em alîkariya birîndarên şerê DAIŞê dikin û yên ku pêwîstiya wan bi şandina derve bike, emê wan bişînin li wir derman bikin.
Heta niha 4 şervan ku xelkê devera Raperîn a Başûrê Kurdistanê di nava refên YPGê de, li Başûr û Rojavayê Kurdistanê di şerê DAIŞê de şehîd bûne.
Rudaw
