NY: Nabe yên ku dewleta wan tine, bên çekdarkirin
Alîkarê Berdevkê NY Ferhad Heq ji Rûdawê re got, em ji dayîna çekên zêde bo wan hêzên ku ne dewlet in, dilgiran in. Jixwe nûnertiya NY li Iraqê beriya niha nerazîbûna xwe li ser vê yekê nîşan dabû.
Ferhad Heq anî ziman ku NY bi giştî li dijî wê ye alî û hêzên iraqî yên ku di şer de ne, zêdetir werin çekdarkirin û wiha got: “Tirsa me zêdetir ji ber wê ye ku mafên mirov bên binpêkirin.”
Wî rayedarê NY bang li hêz û aliyên iraqî kir ku di şerê DAIŞê de bibin yek û wiha anî ziman: “Tişta girîng ew e ku her hêz û aliyek hurmeta mafên mirov bigire û arîşeyên mezhebî zêde mezin nebin. Divê li Iraqê her kes wisa hest bike ku beşek ji Iraqê ye.”
Ev helwesta NY heta astekî li dijî helwesta fermî ya wê saziyê ye li hember şerê DAIŞê, çimkî Encumena Asayişê ya NY beriya niha piştgiriya xwe ji hêz û aliyên ku şerê DAIŞê dikin, nîşan dabû.
Ew çek û alîkariyên leşkerî yên ku ji derve ji Pêşmerge re tên şandin, destpêkê diçin Bexdayê û ji wir jî radestî Herêma Kurdistanê tên kirin lê rayedarên Başûrê Kurdistanê dibêjin, bila ew çek yekser derbasî Herêma Kurdistanê bibin, Bexda jî vê yekê qebûl nake.
Rudaw
