• Tuesday, 17 February 2026
logo

Barzanî “Yekşemê” li Amerîkayê ye

Barzanî “Yekşemê” li Amerîkayê ye
Di serdana xwe ya bo Amerîkayê de, Barzanî dê ligel serokê wî welatî û çend rayedaran jî bicive, Wezareta Derve jî roja serdana wî aşkere dike.

Biryare roja Yekşema bê, 3 Gulanê, bê de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser vexwendineke fermî ji Serokê Amerîka Barack Obama, serdama wî welatî bike.

Derbarê hevdîtinên ku dê Barzanî li Washingtonê pêk bîne, Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Mari Harf ragihand ku, Barzanî dê ligel Barack Obama, Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Toni Blinken bicive.

Mari Harf di konferensekî rojnamevanî de ragihand ku, ew li hêviyê ne ku Serokê Herêma Kurdistanê û şanda ligel roja Yekşema bê li Washingtonê be.

Harf diyar kir jî ku, ji ber ku Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry li derve ye, dê Barzanî ligel alîkarê wî Toni Blinken hevdîtinekê pêk bîne.

Derbarê naveroka civînan de jî, Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka aşkere kir ku, di civînan de wê alîkariya ku welatê wê dide Herêma Kurdistanê bê nirxandin.

Li gor ku hatiye ragihandin jî, dê serdana Barzanî ya Washingtonê 3 rojan dirêj bike.

Berî niha jî Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ragihandibû ku, pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê dê yek ji dosyeyên serdana Barzanî ya Amerîkayê be, tevî pirsên şerê li dijî DAIŞê, alîkariya Pêşmergeyan û peywendiyên Hewlêr-Bexdayê.

Basnews
Top