Amerîka: Em şanaziyê bi têkeliyên xwe ligel Kurdistanê dikin
Stuart Jones duhî di daxuyaniyekê de ragihand: “Ew pirojeya ku niha li kongreyê ye û wê dengdan li ser bê kirin, derbarê şandina çek û alîkariyên leşkerî û darayî bo kurd û suneyan, di qonaxa destpêkê de ye. Herwiha em dizanin beşek ji iraqiyan ji ber wê dilgiran bûne.”
Balyozê Amerîkayê li Iraqê wiha got: “Em li balyozxaneyê nikarin tiştekî li ser wê pirojeyê bêjin, ji ber ku ew biryar girêdayî siyaseta Amerîka û Barack Obama. Ew dizanin ku çi bikin û çi biryarekê li ser wê pirojeyê bikin.”
Stuart Jones wiha domand: “Amerîka şanaziyê bi têkeliyên xwe ligel kurd û Herêma Kurdistanê dike. Hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Serokê Amerîkayê Barack Obama baş e û ez pê geşbîn im.”
Rudaw
