• Tuesday, 17 February 2026
logo

Necmedîn Kerîm gefa ragihandina xweseriya Kerkûkê xwar

Gulan Media April 30, 2015 Nûçe
Necmedîn Kerîm gefa ragihandina xweseriya Kerkûkê xwar
Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihand, eger deshilata wî neyê zêdekirin dê li Kerkûkê xweseriyê îlan bike.

Peyamnêran ragihand, parêzgearê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di civîna vê dawiyê de digel rayedarên sazî û dezgehên bajêr bi tundî êrişî hikûmeta Iraqê kiriye û gotiye, nêzîkî 6 meh in Bexdayê pere nedaye Kerkûkê.

Necmedîn Kerîm her wiha bang li Bexdayê kiriye desthilata 8 wezaretên hikûmetê bide Kerkûkê û sîstema navendî jî were betalkirin.

Kerîm gef li hikûmeta Ebadî xwariye ku eger daxwaziyên wî neyên qebûlkirin dê li Kerkûkê xweseriyê îlan bike.

Parêzgarê Kerkûkê ku endamê Polîtuborya YNKê ye jî, rastî rexneyên tûj ên hêzên siyasî bi taybet partiya xwe hatiye. Çimkî li gorî siyaseta YNKê, Kerkûk beşek ji Kurdistanê û ti carî jê nayê veqetandin.

PDK jî li dijî wê yekê ye ku Kerkûk bibe herêmek xweser…

Him kurd him jî erebên Kerkûkê li dijî xweseriya Kerkûkê ne tenê turkmenên Kerkûkê vê yekê dixwazin.

Rudaw
Top