Amerîkayê çekên Pêşmerge xist nav lepê Bexdayê!
Komariyên Amerîka daxwaz ji hikûmeta Washingtonê dikin, ew alîkariyên leşkerî û çekên ku ji hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê re tên şandin, bi rêya Bexdayê re na lê yekser derbasî Herêma Kurdistanê bên kirin.
Du roj berê jî endamekî komarî yê Kongreya Amerîka pêşniyarqanûnek pêşkêşî Kongreyê kiribû û tê de daxwaz kiribû, divê Amerîka çekan yekser bişîne Hewlêrê.
Biryar bû pêşniyarqanûna han di civîna duh a Kongreyê de bihata gotûbêjkirin lê hat zanîn ku ew civîn hatiye paşxistin.
Lê hikûmeta Iraqê li dijî vê yekê derketiye û ragihandiye, hewlên bi vî rengî dibin sedema parçebûn û aloziyên zêdetir.
Partiya Deiwe ya Iraqê jî, ku alîkarê Serokomarê Iraqê Nûrî Malikî serokatiya wê dike, li dijî vê yekê derketiye û daxwaz li Kongreya Amerîkayê kiriye ku hurmeta serweriya Iraqê bigire û qanûnekî dernexe ku bibe sedema parçebûna Iraqê.
Li gorî wê partiya iraqî, yekitiya Iraqê xeta sor e û mafê ti kesî tine bi vê yekê bilîze.
Berdevkê Balyozxaneya Amerîka li Iraqê Jeffrey Lurie jî li ser vê mijarê daxuyaniyek da û got, ew pêşniyarqanûna ku pêşkêşî Kongreyê hatiye kirin ti bingeheke wê ya hiqûqî tine û siyaset û helwesta Washingtonê li hember Iraqê îfade nake.
Jeffrey Lurie her wiha diyar kir ku siyaseta Amerîkayê li hember Iraqê nehatiye guhertin û Washington piştgiriya Iraqeke yekgirtî dike û hemû alîkarî û pêdiviyên leşkerî radestî hikûmeta Iraqê tên kirin.
Rudaw
