Li Kurdistanê de ti girtiyeke siyasî tuneye
Li Kurdistanê de ti girtiyeke siyasî û girtîgeheke veşartî tuneye.
Berpirsê wenêrîna raportên navnetewî li fermangeha peywendiyên derve yên hikûmeta Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragehand ku li Kurdistanê de ne girtiyeke siyasî heye û ne jî girtîgeheke veşartî heye.
Zêbarê di bersifa raporteke dezgeha Hartiner Elains eşkere kir ku zaniyariyên ku ev dezgeha han derbarê rewşa girtiyên di girtîgehên Kurdistanê de belav kirine dûrin ji rastiyê jiber ku li Kurdistanê de ne girtiyeke siyasî heye ne jî girtîgeheke veşartîa heye.
